Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn 2021-03-16 14:43:28 ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê, Komîteya Amadekar a Newrozê, starta Newroza ku wê di 21'ê Adarê bê pîrozkirin bi pê xistina agir hat dayîn.   Komîteya Amadekar a Newrozê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê, bi daxuyaniyeke çapameniyê starta Newroza ku wê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin da. Di daxuyaniyê de pankarta "Newroz pîroz be" hat vekirin. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş û rêveberên HDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka Komîteya Amadekar Zîlan Ecevît daxuyaniya hatibû amadekirin xwend. Di destpêka daxuyaniyê de Ecevît, bal kişand li ser girîngî û dîroka Newrozê û got ku li Rojhilatanavîn gelê kurd bi hezaran sal in Newrozê pîroz dike.   Di berdewamê de Ecevît, destnîşan kir ku wê di her şert û merci de Newroza ku hêviyên gelê kurd geş dike pîroz bikin û têkildarî bernameya Newrozê ev agahî dan: “Rexmî hemû astengiyên dewletê jî gelê me Newroz pîroz kiriye. Bi vê minesebetê em jî Newroza gelê xwe pîroz dikin. Em ê Newrozê li taxa banêxanê qada Newrozê pîroz bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînîn pîrozbahiya Newrozê.”   Starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn û li dora agir govend hat gerandin.