Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî 2021-03-16 14:49:18   AMED - SES û SHUDER’ê xwestin ku di qadên cemawerî û xizmetên civakî de herkes bigihe xizmeta zimanê xwe yê zikmakî.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê û Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî (SHUDER) ji bo 16’ê Adarê Roja Xizmeta Civakî ya Cîhanê, li pêş Miduriyeta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku endamên sendîka û komeleyê tevlî bûn de pankarta “Ji herkesê re xizmeta civakî ya bi zimanê zikmakî heq e” hat vekirin.   ‘XIZMETA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ’   Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak axivî. Orak, diyar kir ku hikûmet dixwaze qada xizmetên civakî dewrî saziyên taybet bike û wiha got: “Divê qada xizmetên civakî weke xizmeteke cemaweriyê bê pêşkeşkirin û polîtîkayên ku herkes bigihe xizmetan bi zimanê zikmakî, wekhev û bê pere bên hilberîn.”