Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-03-16 15:46:29   STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, Haci Zengîn ê di pîrozbahiya Newroza 2012’an de di encama êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest li ser gora wî ew bi bîr anî.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê, Haci Zengîn ê di pîrozbahiya Newroza 2012’an a Stenbolê de di encama êrişa polîsan de bi fişeka gazê jiyana xwe ji dest da li ser gora wî ew bi bîr anî. Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê îsal Newrozê diyarî bîranîna Haci Zengîn kir.    Bîranîn li ser gora Zengîn a li Goristana Haraççi ya Arnavûkoyê pêk hat û Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Ferhat Encu, rêveberên HDP’ê û ferdên malbata Zengîn beşdarî bîranînê bûn. Di şexsê Zengîn de ji bo tevahiya kesên di pîrozbahiyên Newrozê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin.    ‘EZ BI BAVÊ XWE SERBILIND IM’    Kurê Zengîn, Mehmet Bakî Zengîn di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku wî dixwest îro bavê wî hebûya û zarokên wî kalikê xwe bidîtina û lê belê bavê wî ji wan kirin. Zengîn anî ziman ku bavê wî mirovek pir baş bû û ew bi ewladiya bavê xwe ser bilind e.    ‘JI BO ÎRO GELEK BEDEL HATIN DAYÎN’    Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî anî ziman ku ew li ber sekna bi rûmet a malbata Zengîn bejna xwe tewiînin û ew ê her layîqî vê seknê bimînin. Avci got Haci Zengîn ê duyemîn bû ku di pîrozbahiyên Newrozên li Stenbolê de jiyana xwe ji dest daye û hevalê wan din jî Yilmaz Gultekîn bûye. Avci da zanîn ku ji bo ew werin van rojan bedelên giran û zêde dane û ji bo daxwaza hevalên xwe ji dest dane pêk bînin ew ê di Newroza îsal de li Qada Yenîkapiyê cejna xwe pîroz bikin.    ‘EM XWEDÎ LI BEDELÊN XWE DERKEVIN’    Endamê MYK'ê Ferhat Encu jî anî ziman ku ew di şexsê Zengîn de tevahiya cangoriyên Newrozê bibîr tînin û ew ê li dijî zilma Dehaqan her xwedî li berxwedana Newrozê derkevin û dê cangorî û bedelên xwe jîndar bikin. Encu xwest gelê kurd bi hişmendiya xwedî derketina li cangoriyên Newrozê û ruhê yekîtî û azadiyê biherikin qadên pîrozbahiyê.    Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ser gora Zengîn û bîranîn bi dawî bû.