Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin 2021-03-17 08:43:40 WAN – Dogan Demîr ê HPG’î ku beriya 6 mehan li navçeya Îskenderûnê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Qelqeliyê hat veşartin.    Dogan Demîr ê HPG’î ku beriya 6 mehan di 26’ê cotmeha 2020’an de li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û duh li Edenê radestî malbata xwe hatibû kirin, li Qoçqiran ê navçeya Qelqeliyê ya Wanê di bin dorpêça leşkeran de ji aliyê xizmên xwe ve hat veşartin.