ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-17 09:00:07   * Li Amedê ji sala 1992'yan heta niha her sal bi girseyî Newroz tê pîrozkirin. Newroza ku di şertê OHAL'ê de li Deriyê Çiyê ji aliyê hezaran ve hat pîrozkirin, piştî salên 2010'an gihişt milyonan û heta 2019'an her sal ji aliyê milyonan ve Newroz li Parka Newrozê hat pîrozkirin. Îsal jî tê payîn ku bi sed hezaran welatî Newrozê pîroz bikin.    * Ji salên 1990'î heta niha gelê kurd tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Girseya Newrozê sal bi sal mezin dibe û sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe. Lê medya hawiz pîrozbahiyên Newrozê ji nedîtinê ve tê. Lê çapemeniya azad bêtir reng, rû û daxwazên gel nîşan dide û derdixe pêş. Vê medya hawizê tenê di pêvajoya aştiyê de Newroz li manşetan nivîsand.    * Rojnamevan Farûk Balikçi ku 30 sal in li herêmê pîrozbahiyên Newrozê dişopîne got: "Çendî ku astengî hebûn jî qadên Newrozê heya ber dev tije dibûn. Newroza 92'yan a Cizîrê û Newroza ku hunermend Sezen Aksû beşdar bûbû, qet ji bîra min naçe."    * Ji Newrozê re çend roj man. Ji ber vê li Amedê eleqeya ji bo kincên herêmî pir zêde bûye.    * Nivîskar Hacay Yilmaz ku li Herêma Egeyê bûye şahidê gelek pîrozbahiyên Newrozê, destnîşan kir ku dê di pêvajoyên aştiyê de nasnameyên cuda bi awayekî hîn xurtir li qadan bên cem hev du.    * Hevserokên HDP'a Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadîr Baydûr, diyar kirin ku haziriyên xwe yên ji bo Newrozê temam kirine û bang li gelan kirin ku bi hev re govendê bigerînin.    * Hevserokên HDP'a Îzmîrê Besriye Tekgur û Kadîr Baydûr, diyar kirin ku haziriyên xwe yên ji bo Newrozê temam kirine û bang li gelan kirin ku bi hev re govendê bigerînin.    * Di Newroza Wanê ya sala 2008'an de, polîsan bi jopan li Behîce Ozluyê xistibûn. Ozlu, serî li DMME'yê da.   * Siyasetmedaran diyar kir ku ji ber îdiayên derbarê tenduristî û jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bifikar in û xwestin tavilê hevdîtin were kirin.    * Hava Gezen a dayika Zulkuf Gezen ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî xwest ku partî, rêxistinên civakî yên sivîl û gel xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin û wiha got: “Banga me ew e ku ji zindana cenaze dernekevin û hevdîtin bi Serokê me re were kirin."    * Nivîskar, mamoste û siyasetmedarên ku îmze danîn bin kampanyaya ji bo zimanê kurd gotin: "Ev berpirsiyarî ya me hemûya ye. Divê hemû gel piştgiriya vê kampanyayê bikin."    * Romana Ezemşêr a nivîskar Îhsan Colemêrgî ku ji Weşanxaneya Lîsê derketiye, qewimînên destpêka salên 1600’î yên li derdora mîrekiya Hekariyan û Waliyê Wanê yê Osmaniyan digire dest. Qehremaniya Ezemşêr û serînetewandina Ehya Beg a li dijî Osmaniyan ku bi saya dengbêjan gihîştiye îro, bi saya vê romanê dê binivîskî jî xwe bigihîjîne pêşerojê.    * Danişîna 10'emîn a doza xebatkarê ETHA'yê Alî Demîrcî û endamên ESP'ê û SGDF'ê wê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Li gelek bajar û navçeyan wê xebat û pîrozbahiyên Newrozê werin birêvebirin. (10.00-19.00)   * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 9'emîn de wê li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.