Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da 2021-03-17 09:07:18 WAN - Di Newroza Wanê ya sala 2008'an de, polîsan bi jopan li Behîce Ozluyê xistibûn. Ozlu, serî li DMME'yê da.  Di pîrozbahiya Newroza Wanê ya sala 2008'an de, polîsan bi jopan li dayika 63 salî Behîce Ozlu xistibûn. Wê salê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû û yek ji kesên hatibû derbkirin jî Ozlu bû. Piştî vê Ozlu giliyê polîsan kiribû.    Piştî salek di ser gilîkirinê re derbas bûbû, bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Wanê îfaedya Ozluyê hatibû girtin. Ji ber ku di dema îfadeyê de parêzer tune bû û polîsan tahde li Ozluyê kiribû, Ozlu jî dev ji gilîkirinê berdabû. Parêzerê Ozluyê Mahmût Kaçan jî bi hinceta ku îfade "dijî mewzuatê" hatiye girtin giliyê polîsan kiribû.    BIRYARA 'NEŞOPANDINÊ'    Piştî ku lêpirsîn bi awayekî çalak nehatibû kirin, parêzer Kaçan di 7'ê Adara 2016'an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. Lê belê piştî serlêdana AYM'ê bi du salan dozger li dosyeyê mêze kiribû û derbarê wê de biryara "neşopandinê" dabû.    AYM'Ê RED KIR    AYM'ê jî di 23'yê Hezîrana 2020'an de bi hinceta "rêyên serlêdanê nexitimîne" serlêdan red kiribû.    Piştî vê Parêzer Kaçan jî bi hinceta "îşkence û tahdeyê" serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.