Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin 2021-03-17 09:07:19 AMED - Havva Gezen a dayika Zulkuf Gezen ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî xwest ku partî, rêxistinên civakî yên sivîl û gel xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin û got: “Bila êdî ji zindanan cenaze dernekevin û hevdîtin bi Serokê me re were kirin."  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Çalakî li tevahiya girtîgehên Tirkiye û heremê belav bûbû. Ûgûr Şakar li Almanyayê û Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay jî li girtîgehên cûda li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Guven di roja 200'emîn de piştî banga Ocalan di 26'ê gulana 2019'an de daxuyanî da û çalakiya xwe bi dawî kir. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.   Girtiyê bi navê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dima, li dijî tecrîdkirina Ocalan di 16’ê adara 2019’an de dawî li jiyana xwe anî. Li Balafirgeha Stenbolê polîsan cenazeyê Gezen desteser kir û bêagahiya malbatê cenaze anîn li Goristana Yenîkoya Amedê veşartin. Piştî greva birçîbûnê bi dawî bû dayika Gezen, Havva Gezen çû ser gora kurê xwe û wiha gotibû: “Daxwaza Heval Leyla û hevalên te pêk hat. Ez hatim mizgîniyê bidim te.”    Havva Gezen bi minasebeta salvegera 3'yemîn a Zulkuf Gezen û derbarê çalakiya grevên birçîbûnê ku girtiyên PKK'î û PAJK'î ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin ji ajansa me re axivî.    ÇALAKÎ GIHIŞT ARMANCA XWE   Gezen bi bîr xist ku lawê wê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan rabe dawî li jiyana xwe anîbû û wiha got: “Ji ber hevalên wî yên ketibûn çalakiya greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest nedin û tecrîd rabe xwe feda kir. Çalakiyan deng da. Çend sal bû hevdîtin qedexe bûn. Hevdîtin bi Serokatî re çêbû.” Gezen destnîşan kir ku çalakiya kurê wê û hevrêyên wî ya wê demê gihişt armanca xwe.   ‘DIVÊ KES BÊDENG NEMÎNE’   Gezen bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan niha ji bo tecrîda ser Ocalan bê rakirin dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Ev çalakiya hevalan ya niha jî cardin ji ber ku tecrîd bê rakirin hatiye destpêkirin. Ji bo ku bi Serokê wan re hevdîtin bê kirin, azad bibe, gelê wan û ew bi xwe azad bibin. Ev çalakî jî bi vî awayî didome. Divê kes bêdeng nemîne. Li girtiyan û li Serokê xwe xwedî derkevin. Em ê heta kengî wiha bindest bin.”   ‘EV TENÊ NE BARÊ GIRTIYAN E’   Gezen çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2018’an de jî bi bîr xist û got: “Bila dayik careke din derkevin kolanan. Ev tenê ne barê girtiyan e. Divê bêxwedî nemînin. Divê partî, saziyên civakî yên sivîl û gel li girtiyan xwedî derkeve. Tişta ji destê wan tê bila bikin. Hêj ku girtiyan çalakiya xwe ne vegerandî ya bêdorveger û rojiya mirinê. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê xwedî li çalakiya girtiyan bê derketin. Êdî bes e. Bila ji girtîgehan mirin dernekeve, dilê me şewitî bila yê tu dayikan ne şewite.”   ‘ÇI JI DESTÊ ME BÊ DIVÊ EM BIKIN’   Gezen xwest ku daxwazên girtiyan bi cih bên û wiha got: “Ji bo ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin divê hevdîtin bi Serokê me re bê kirin. Ji xwe daxwaziyên wan daxwazên me ne. Ji bo me, ji bo gelê xwe ketine çalakiya greva birçîbûnê. Çi ji destê me bê divê em bikin. Bese heta kengî em ê bindest bin. Banga me ew e ku cenaze ji zindanan dernekevin û li tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin."    MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar