Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû 2021-03-17 09:42:08   WAN - Terzî Feyroz Yalçin, bi salan e her sal berî Newrozê ji bo pîrozbahiya Newrozê ji bo jinan kras û fîstan didirû.    Îsal dê li 30 bajarî bi giştî li 61 navendan Newroz bê pîrozkirin. Newroz dê bi dirûşmeya "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin" pîroz bikin. Beriya Newrozê amadekarî zêde dibin. Li aliyekî komîteyên amadekar serî li rayedarağn didin ku desturê bistînin, li aliyê din amadekariyên teknikî tên kirin. Qadên Newrozê tên amadekirin û komîsyon tên avakirin. Li aliyê din jî jin bi cil û bergên rengîn tev li Newrozê bibin ji niha de ji bo xwe kras û fîstanan didirûn. Mêr jî ji bo xwe şal-şepik didirûn. Her sal beriya Newrozan eleqeya ji bo kras û fîstan û şal û şapik zêde die. Terzî Feyroz Yalçin ku li Taxa Sixkê ya WAnê 15 salin kiras û fistanan dirirû, diyar kir ku her sal beriya Newrozê karê wê zêde dibe. Feyroz Yalçin, anî ziman ku 15 salin karê fesalê dike û kras û fîstanan didirû. Yalçin, diyar kir ku li malê dest bi dirûnê kir û wiha got: "5 salin min li taxê dikana terzîvaniyê vekiriye. Min ji vî karî hes kir û min nexwest vala li malê rûnêm. Ez ji vî pîşeyî hemû hêdiviyên malê dibersivînim. Dema min nû dikan vekin gelek kêfa jinan hat. Piştî min dikan vekir jin ji bo cilên xwe bidirûn têm cem min."     Yalçin, anî ziman ku di 8'ê Adarê û Newrozê de jin tên cem wê û wiha got: "Bi taybetî di 8'ê Adarê û Newrozê de kar zêde dibe. Jin ji bo kras û fistanan bidirûn di van rojan de bêtir tên cem min. Di van rojan de karê min zêde dibe. Kiras-fistan dayikên me ji zarokantiya xwe de li xwe dikin. Dayika min hêj kiras-fistan li xwe dike. Di şahiyan de dema me kras û fîstan li xwe nekira em nedibirin şahî û dawetan. Kras û Fîstan kevneşopî û çanda me ye."    Yalçin bang li hemû jinan kir ku bi kras û fîstanên xwe tev li Newrozê bibin. Yalçin, da zanîn ku dê îsal jî bi coşek mezin Newroz bê pîrozkirin û bang li her kesî kir ku her kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li Newrozê bibin.    MA / Ozlem Yayan