‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’ 2021-03-17 11:40:25   STENBOL - Rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî banga tevlibûna pîrozbahiya Newroza ku li Qada Yenîkapiya Stenbolê were lidarxistin kirin û wiha gotin: “Kesên perçeyek ji agir, dibin hevkarê serkeftinê. Ji ber wê yekê divê her kes li agirê Newrozê xwedî derkeve.”   Li Stenbolê jî wê Newroza bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" dê di 20’ê adarê de saet li 11.00’an li Qada Yenîkapiyê were pîrozkirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê yê berê Halîl Aksoy, Endamê MYK’ê yê Partiya Ji Nû ve Avakirin a Sosyalîst (SYKP) Tûrhan Yildirim, Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER) û di heman demê de endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Ekrem Baran û Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û BaşûrêRojhilat (DGD) Abdûlhakîm Daş, banga tevlîbûna Newrozê kirin.    Parlementerê HDP’ê yê berê Halîl Aksoy diyar kir ku Newroza îsal li dijî zextên desthilatê zêdetir bi wate ye û wiha got: “Di serî de jin û ciwan wê gelê kurd di vê Newrozê de rola xwe bilîze. Divê herkes îsal bi gotina ‘ez nebim wê ev kar çênebe’ teqez biherike qadan û Newrozê pîroz bike. Divê layiqî bedelên gelê kurd ku heta niha dane li qadan bibin.” Aksoy ji 7 salî heta 70’ê salî her kesî vexwend Newrozê ku daxwazên xwe bînin ziman.    'AGIRÊ NEWROZÊ HÎS BIKIN'   Endamê MYK’ê yê SYKP’ê Îlhan Tûrhan Yildirim jî li dijî desthilata bi hiqûqa dijminatiyê hebûna xwe didomîne her kesî vexwend qadên Newrozê û wiha axivî: “Di Newroza îsal de yên şertên taritiyê hilweşînin dê bibin gel. Niftikek jî be pêxin. Bi wê niftika hûn pêdixin hîs bikin ku hûn jî perçeyekî ji agir in. Ji ber ku kesên perçeyek ji wî agirî wê weke hevkarên serkeftinê bên bibîrxistin. Yên paşve mayî dê poşman bibin.”   'DIVÊ HER KES WERE BA HEV'   Serokê Platforma DGD’ê Abdulhakîm Daş jî wiha got: “Di pêvajoya zilmê ya li dijî kurdan û demokratan dihat bi rêvebirin de çawa Newroz di dîrokê de bûye pêta xelasiyê, em îro jî bawerdikin ku Newroz dê ji bo kurdan û hemû gelan hem dê bibe destpêkeke nû hem jî li dijî zilmê dê bibe destpêka berxwedanê.” Daş destnîşan kir ku kesên daxwaza azadiyê dikin divê li dora agirê Newrozê bibin yek û got: “Em dest bidin hev û ji bo azadiya gelan Cejna Newrozê bi hev re pîroz bikin.”   'WÊ BIBE WESÎLEYA YEKITIYA NETEWÎ'   Serokê DÎAY-DER’ê Ekrem Baran jî destnîşan kir ku Newroz li dijî Dehaqên hemdem cejna berxwedanê ye û wiha got: “Ji bo kurd bibin yek û pirsgirêkên netewî werin çareserkirin dibe ku ev Newroz bibe fersend. Di her serdema Newrozê de rihê yekitiya netewî bilind bûye. Ji ber vê yekê divê gelê me çi li kolanan be çi jî li malê be divê li her derê xwedî li Newrozê derkevin.”