Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were 2021-03-17 11:41:03 RIHA - Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, diyar kir ku daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê fikar ji holê ranekirine û wiha got: “Nexwe tiştek tune ye, divê malbat an jî parêzer hevdîtinê bikin. Divê ne bi telefonê rûbirû be.” Li ser medyaya civakî derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hin îdea hatin parvekirin. Piştî van îdeayan fikarên derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Ocalan de zêdetir bûn. Her çiqas Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê derbarê îdeayan de bibêje derveyî rastiyê ne û rewşa tenduristiyê ya Ocalan baş e jî malbat û parêzerên wî diyar kirin ku daxuyanî têrê nakin. Derbarê mijarê de birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ocalan, destnîşan kir ku divê demildest riya hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bên vekirin û bang li saziyên navnetewî kir ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe.    11 MEH IN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN   Ocalan, anî ziman ku herî dawî di 3’ê adara 2020’an de hevdîtina vekirî, di 27’ê nîsanê de jî cara ewil hevdîtina bi telefonê pêk anîne û bi lêv kir ku birayê wî di her du hevdîtinan de jî têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd nirxandinan kiriye. Ocalan, da zanîn ku 11 meh in ji birayê xwe de tu agahî negirtine û wiha axivî: “Derbarê tiştên li giravê qewimin de ne agahiya malbatê ne jî ya parêzeran heye. CPT diçe seredana gelek girtîgehên Tirkiyeyê. Lê naçe Girava Îmraliyê. Ev nakokiyeke mezin e. Çima naçe wê derê? Berpirsyartiyeke CPT’yê heye. Qaşo saziya herî mezin a li dijî îşkenceyê ye. Lê naçe giravê. Difikirim ku îdeayên avêtine holê û ev helwest girêdayî êkûdu ne.”   ‘DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN’   Ocalan, da zanîn ku li gel dewlet dizane çi li Girava Îmraliyê diqewime jî gel agahdar nake û xwest ku îdeayên li ser medya civakî baş bên şopandin. Ocalan, destnîşan kir ku divê armanç û sedemên îdeayan bên pirsîn û wiha got: “Li wir bi Serok re çar kes hene. Divê deriyê Îmraliyê demildest bê vekirin. Ji ber ku li holê îdeayeke cidî heye. Divê neçûyîna CPT’yê ya Girava Îmraliyê bê pirsîn. Bi hezaran mirov niha di girtîgehan de di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Ev çalakiya grevê ji bo kê ye? CPT çima vê yekê li ber çav nagire? CPT ne tenê li ser parvekirinên beriya du rojan tên kirin, çima têkildarî rewşa giştî neçû wê derê? Ev ne tişteke ji rêzê ye û nayê qebûlkirin.”   ‘BI TELEFONÊ NAYÊ QENEHKIRIN’   Ocalan, anî ziman ku parvekirin û gotinên hatine kirin ne ji rêzê ne û wiha berdewam kir: “Nexwe tiştek tune ye divê parêzer hevdîtinê pêk bînin. Êdî telefon jî têra nake. Ji ber ku di vê rewşê de bi telefonê nayê qenehkirin. Ev pirsgirêka dewletê ye. Her gotina Wezîrê Dadê tenê di gotinê de dimîne. Ji îdea û tiştên diqewimin wezaret berpirsyar e. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê mafê her girtî heye. Bila ev mafên me bi cih bên.”   ‘ÇIMA MAF NAYÊN NASÎN?’   Ocalan, xwest ku rêxistinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê û navnetewî li dijî îdeayan bêdeng nemînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê rêxistinên mafên mirovan van îdeayan ji dewletê bipirsin. Pêkanîn li Girava Îmraliyê li welatekî din hene? Hemin dibêjin em dewleta hiqûqê ne çima mafên me nadin me? Divê ev sazî bi gotinê ne gavan biavêjin. Em bang li hemû mirovên me yên rewşenbîr, demokrat dikin, di holê de xeletiyeke mezin heye. Divê gelê me yê dibêje ‘Serok vîna me ye’ gavê biavêje. Dixwazin Newrozê hem li gelê kurd hem li gelê Rojhilata Navîn bikin jehr. Serok Rojhilata Navîn temsîl dike. Divê ev yek berçav bê girtin û herkes tişta dikeve berê wê bike.”   Ocalan, bi bîr xist ku pêwistiya herkesê bi aştiyê heye û bang kir ku gelê kurd li qadan, li qadên Newrozê dengê xwe bilind bike.    MA / Emrûllah Acar - Bariş Polat