Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-03-17 12:34:55     NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amerîkayê, li 3 eywanên masajê êrişên çekdarî pêk hatin û 6 jê jin 8 kes di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan.   Li bajarê Atlanta yê parêzgeha Georgiayê yê Amerîkayê, li 3 eywanên masajê êrişên çekdarî pêk hatin.  Hat diyarkirin ku di êrişan de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Beşa Polisan a Atlantayê, têkildarî êrişan daxuyanî da û diyar kir ku êrişkar Robert Aaron Long (21) e û hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji 8 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 6 jê asyayî ne.    Li aliyê din ji ber ku li Amerîkayê asyayî ji belavbûna vîrûsa koronayê berpirsyar tên girtin, di sûcên li dijî asyayiyan de zêde bûne.