Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne 2021-03-17 13:18:15 MÊRDÎN – Gelên li Mêrdînê dijîn ji bo pîrozbahiyên newrozên ku dê di 20’ê adarê li Qoserê û di 21’ê adarê de jî li Nisêbînê bên kirin, hatin vexwendin.    Îsal wê bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” li navendan Newroz bê pîrozkirin. Yek ji navendên ku pîrozbahiyên Newrozê lê tên meraqkirin û çavên herkesî li ser be Mêrdîn e. Komîteyên amedekar ên newrozê ku ji bo pîrozbahiyên tê plankirin di 20’ê adarê de li Qoserê û di 21’ê adarê de jî li Nisêbînê bên kirin serî li Walîtiya Mêrdînê dane, lê walîtiyê hê bersiv nedaye van serlêdanan. Pîrozbahiyên ku amadekariyên wan temam bûne wê li Qoserê li Qada Otogarê û li Nisêbînê jî li Qada Newrozê bên kirin.    Di pîrozbahiya Qoserê de ku wê parlamenter tevlî bibin de hunermend Şîlan Dora û Mûrat Demîr û li Nisêbînê jî bi heman rengî hunermend Pinar Aydinlar, Arhat û Helîmê Omerê dê derkevin ser dikê.    HERKESÎ VEXWENDINÊ NEWROZÊ   Rêveberê HDP’a Mêrdînê Ahmet Eken, derbarê amadekariyên ku ji bo Newrozê dikin de axivî û diyar kir ku wateya cuda li Newroza sala 20201’an bar kirine û wiha got: “Bi rêya komîsyonên ku me li 10 navçeyan ava kiriye li derê herkesî daye û wan vexwendiye Newrozê. Di heman demê de me bi esnaf û rêxistinên sivîl re jî têkilî danîn. Banga me lim gelan e; werin em dest bidin hev.”   ‘EM BERSIV BIDIN KESÊN LI DIJ DERDIKEVIN’   Ji Komîteya Amedekar a Qoserê jî Mahmût Damar jî bang li gel kir ku bi rengê xwe dakevin qadê û wiha got: “Em ê ji bo aştî û demokrasî bê xaka Rojhilata Navîn têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo bersiva kesên ku li dijî aştî û demokrasiyê derdikevin divê gel li qadên Newrozê bin.”