Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin 2021-03-17 13:49:58 AYDIN – Li gel ku ne di nav bajarên bi xeter de ye jî bi hinceta vîrûsa koronayê li Aydinê pîrozbahiya Newrozê nehat dayîn. Hevseroka HDP’ê ya Aydin Elvan Ozîş, diyar kir ku hevdîtinên wan didomin û di her şertî de wê Newrozê pîroz bikin.  Li Aydinê, serlêdana ku ji bo Newrozê hat kirin ji aliyê Walîtiya Aydinê ve bi hinceta vîrûsa koronayê hat redkirin. Komîteya Amedekar, diyar kir ku li dijî redkirinê careke din serî li walîtiyê dane û daxwaza hevdîtinê kirine.    ‘EM Ê DI HER ŞERTÎ DE PÎROZ BIKIN’    Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Elvan Ozîş, sedema redkirinê qebûl nekir û diyar kir ku li dijî wan polîtîkayeke taybet tê meşandin û ji tu çalakiyên wan re destûr nayê dayîn. Ozîş, da zanîn ku Aydin di nexşeya vîrûsa koronayê de li herêma reng zer de ye û ev tişt gotin: “Heke şewb hebe çima li bajarên bi xeter destûr tê dayîn. Aydin ne di asta bi xeter de ye. Her wiha weke komîteya amedekar me her cûre wergeriyên xwe girtine. Qedexebûn ji polîtîkayên zextê ne cûdatir e.”   Ozîş, got ku li gel hemû zext û astengiyan jî tevahiya dîrokê Newroz hatiye pîrozkirin û di her şert û merci de wê Newrozê pîroz bikin.