5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan 2021-03-17 15:03:14   STENBOL - Endama MYK’ê ya ESP’ê Çîçek Oltû û endamê Meclîsa Partiyê Alî Haydar Keleş jî di nav de 5 ESP'yî di danişîna ewil a dozê de hatin berdan.    Danişîna ewil a doza endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlû, Endamê Meclîsa Partiyê yê ESP’ê Alî Haydar Keleş û Yucel Karadag, Ozgur Barçin û Taner Taş ku bi beyanên şahidekê hatibûn girtin, li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Siyasetmedarên ku parastina xwe kirin sûcdariyên derbarê xwe de red kirin û daxwaza berdana xwe kirin. Şandeya dadgehê siyasetmedaran bi biryara hefteyê rojek biçin îmzeyê û sepana qedexeya derketina derveyî welat ew berdan. Dadgehê danişîn taloqî 15’ê îlonê kir.