Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin 2021-03-17 15:10:57   MÊRDÎN – Ji bo Newroza ku di 21’ê Adarê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bê pîrozkirin destûr derket.   Komîteya Amedekar a Newrozê, li navçeya Nisêbînê têkildarî pîrozbahiya k udi 21’ê Adarê de bê kirin daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Navçeya Nîsêbînê hat dayîn û Parlamentera HDP’ê ya Bajar Pero Dundar û rêveberiyên partiyê tevlî bûn. Hevseroka HDP’a Nisêbînê Şeyhmûz Koç, diyar kir ku amadekariyên xwe temam kirine û banga tevlîbûna Newrozê li gel kir.    Li aliyê din li navçeya Qoserê jî ji ber ku serlêdana ji bo 20’ê adarê hatibû kirin ji aliyê Qaymeqamiya Qoserê ve nehat qebûlkirin, dîroka pîrozbahiya Newrozê hat guhertin û ji bo 21’ê Adarê serlêdan hat kirin. Ev serlêdana ji aliyê qaymeqamiyê ve hat qebûlkirin. Wê Newroz li navçeyê di 21’ê Adarê de li Qada Otogarê bê pîrozkirin.