Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin 2021-03-17 15:43:00   STENBOL - Danişîna doza nûçegihanê ETHA’yê Adîl Demîrcî jî di nav de 22 kesên tên darizandin hat taloqkirin.    Danişîna 10’emîn a doza nûçegihanê ETHA’yê Adîl Demîrcî jî di nav de 22 endamên ESP’ê û SGDF’ê bi îdiaya “endamên rêxistinê ne û propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Parêzer di danişînê de amade bûn û xwestin miwekîlek wan ku girtî ye were berdan û kêmasiyên dosyeyê temam bibin. Şandeya dadgehê ji bo temamkirina kêmasiyan danişînê taloqî 15’ê îlonê kir.