Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim 2021-03-17 16:35:33   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, biryara betalkirina parlamenteriya xwe şermezar kir û got: "Ez ê berxwedana xwe ya li meclîsê berdewam bikim. Ez ê erka ku min ji millet girtiye heta dawî berdewam bikim. Ez biryarê nas nakim.    Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê biryara der barê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu de hatibû dayîn xwend û wekîltiya wî betal kir. Gergerlîoglu piştî biryar hat xwendin û wekîltiya wî hat betalkirin ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re bi rêya vide peyam şand.    MIN WEKÎLTIYA XWE JI GEL STENDIYE     Gergerlîoglu anî ziman ku wî wekîltiya xwe ji gel stendiye û wiha got: "Beriya niha biryara der barê min de xwendin û wekîltiya min betal kirin. Qaşo wekîltiya min xistin. Ev biryarek li dijî hiqûqê ye. Destûra Bingehîn binpê kirin û ev biryar stendin. Bi vê biryarê destnedayîna min binpê kirin. Serokê meclîsê jî bû amûrê vê yekê. Min serî li destûra Bingehîn dabû. Lê bêyî li benda bersîva Destûra Bingehin rawestin ev biryar xwendin. Min wekîltiya xwe ji gel stendiye. Min ji zaliman ev wekîltî nestendiye. Min ji daraza ku Destûra Bingehîn binpê kir negirtiye."     EZÊ BERXWEDANA XWE BERDEWAM BIKIM   Gergerlioglu, ani ziman ku wekîlên HDP'ê û gelek wekîlên din bi wî re li meclîsê rawestiya ne û wiha lê zêde kir: "Em li Lijneya giştî çalakiya xwe berdewam dikin. Gelek wekîlan meclîs terk nekirin. Em vê biryarê nas nakin. Ez vê biryarê nas nakim. Ez ê berxwedana xwe ya li meclîsê berdewam bikim. Ez ê erka ku min ji millet girtiye heta dawî berdewam bikim. Ez biryarê nas nakim."      MA / Diren Yurtsever