Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe 2021-03-17 19:52:34   ENQERE - Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê, dê sibê civîneke awarte li dar bixe.    Endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî biryara Dadgeha Bilind a derbarê girtina HDP'ê de, li Meclîsê li hev kom bûn. Di civînê de biryara navbirî hat nirxandin. Dê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn bûldan û Mîthat Sancar, bi awayekî nivîskî daxuyaniyekê parve bikin.   Her wiha Endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê li Navenda Giştî ya Partiyê civîneke awarte li dar bixin. Piştî civînê jî dê Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay daxuyaniyê bide.