Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin 2021-03-18 09:02:19 ÊLIH - Seferên Guney Kûrtalan Ekspresî ku salek bûn ji ber pandemiyê hatibûn sekinandin, dê piştî 21'ê Adarê bi rojekê cardin dest pê bikin.  Seferên otobês, balafir, MARMARAY, BAŞKENTTRAY, ÎZBAN û yên trênên bilez ji ber pandemiyê di 28'ê Adara 2020'an de hatibûn sînordarkirin û di 4'ê Gulana 2020'î de jî merhale bi merhale hatibûn rawestandin. Lê belê dê di 22'yê Adarê de sferên trênan bi temamî dest pê bikin. Di vê çarçoveyê de ê seferên Guney Kûrtalan Ekspresî jî ku ji navçeya Misirc a Sêrtê heya Enqereyê diçe jî dest pê bikin.    PIŞTÎ NEWROZÊ BI ROJEKÊ    Gelek welatî he rsal di 21'ê Adarê de ji bo pîrozbahiya Newrozê bi trênê berê xwe didan Amedê. Lê belê di sala 2016'an de ev yek hatibû qedexekirin. Niha jî seferên Guney Ekspresiyê dê piştî Newrozê bi rojekê yanî di 22'yê Adarê de dest pê bikin.