‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir' 2021-03-18 09:02:24 ENQERE - Xwediyê barê Umît Yaşar diyar kir ku ji ber ku kargeha wî girtiye zor û zehmetiyê dikişîne û got: "20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê nikaribû 20 mehan xwedî li min derkeve."  Di 1'ê Adarê de biryar hatibû girtin ku aşxane, restoran, kafeterya, pastexane û qehwexane bên vekirin. Lê belê ji bo bar, bîrexane, muzîkhol û pavyonan jî jî tu biryar nehatine girtin. Xwediyên van kargehan diyar kirin ku zor û zehmtiyê dikişînin.    Umît Yaşar ku li Kolana Sakarya ya Kizilayê bara wî heye, anî ziman ku di pêvajoya asayîbûnê de liv û tevgereke wekî ku bar tune bin heye. Yaşar, bilêv kir ku tenê ferqek wan û kafeyan heye, ew jî "ruxset" e. Yaşar got: "Em di warê civakîbûnê de bi cihêkariyekê re rû bi rû ne. Lewma em hewl didin ku dengê xwe ragihînin. Îqtidar, di warê kargehên barê de cihêkariyê dike. Ev asayîbûn, ne asayîbûneke bi bîrewer e."    ’DEWLETÊ 20 MEHAN XWEDÎ LI MIN DERNEKET'    Yaşar, diyar kir ku di vê pêvajoyê de bi tenê hatine hiştin û got: "20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedî li min derneket. Pandemî bû hincet ku mudaxileyî qada me ya jiyanê bikin. Ez wisa difikirim bi zanebûnî nahêlin em kargehên xwe vekin. Di salekê de 7 mehan kargeha me girtiye. Em hewl didin deynên kargeha xwe ya girtî bidin. Ji ber ku di ruxseta kargeha me de 'bar' nivîsiye, em nikarin vekin. Ma ev ne cihkarî be, îja çi ye? Awayê xizmeta ku em dikin eynî ye. Ma ferqa aşxaneyeke biaraq û barekê çi ye? Lêe w vekirîne, em girtîne. Bila ji bo me jî wextekê diyar bikin û em jî karibin kargeha xwe vekin."    KIRÊ YA WÎ 30 HEZAR TL YE, MEHÊ HEZAR TL'YÎ DIDIN WΠ   Yaşar, anî ziman ku ji ber ku bar girtî ne b hezaran kes jî betal mane û got: "Di vê pêvajoyê de îqtidarê tu alîkarî nekir. Di televîzyonan de dibêjin em alîkariyê dikin. Ji bo 3 mehan hezar TL'yî didin. Lê kirêya kargeha min 30 hezar TL ye. Ma ev alîkarî ye? Ev sektor û xebatkarên wê bi tenê hatine hiştin."    KONGREYAN LI DAR DIXIN, LÊ BAR GIRTÎNE    Yaşar, anî ziman ku AVM vekirîne û kongre tên lidarxistin, lê belê kargehên wan girtîne û got: "Di warê berbelavbûna vîrusê de em wek mexazeyekê, otobêsekê ne deverine qelebalix in. Em nabêjin bila kontrol tune be. Dikarin ji bo kargehan jî kapasîteya mesafeyê diyar bikin. Lê heger di venekirinê de îsrar dikin, nexwe divê mexdûriyeta me jî çareser bikin. Di vî warî de îqtidar bi alîgirî tevdigere. Muxalefet jî dibêje, em li cem we ne, lê haya wan ji ruxseta kargeha me jî tune ye."    RÊGEZA WEKHEVIYÊ TÊ BINPÊKIRIN    Saffet Ayhan jî ku li Kuçeya Konûrê bara wî heye got: "Heger şewb, nexweşî hebe divê kargeh hemû girtîbin. Tu eleqeya vê bi hin kargehan tune ye. Girtina baran, binpêkirina rêgeza wekheviyê û rêgeza reqabetê ya hiqûqa bazirganiyê ye."    XWEŞKUŞTIN ZÊDE DIBE    Ayhan, bilêv kir ku gelek xwendekar û muzîkjenên li baran dixebitin jî mexdûr bûne û got: "Sedema zêdebûna xwekuştina hevalên muzîkjen, girtina van kargehan e. Ji lew re qezenc nakin. Kar bi destê mirovan nakeve. Cihekî ku em serî lê bidinê jî tune ye. Tim qala alîkariyê dikin, lê me tiştek nedît. Ma yê heya kengî wisa dewam bike."