Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye 2021-03-18 09:44:00 AMED - Li Newroza 2017’an a Amedê polîsan Kemal Kûrkût kuştibû. Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn. Birayê Kûrkût, Ercan Koûkût got: “Em di van şertan de ne li benda edaletê ne. Ji bo edalet pêk edalet pêk were em ê heta dawiyê têbikoşin.”    Li Amedê di pîrozbahiya Newroza 2017’an de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ji bi guleya polîsan hatibû kuştin. Di ser vê bûyera xemgîn de 4 sal derbas bûn. Kûrkût li ber çavê kamerayan û wênegiran hat kuştin. Lê dîsa jî polîsê kujer ê bi navê Yakûp Ş. hat beraetkirin .   Gavên gumana tarîkirina delîlên kuştina Kûrkût û bêceza hiştine kujer çend saet piştî cînayetê hatin avêtin. Piştî cînayetê waliyê wê serdemê yê Amedê Huseyîn Aksoy ji bo Kûrkût gotibû “Gotiye ‘di çenteyê min de bombe heye ez ê we bikujim’. Kêr di destê wî de û ber bi qadê ve beziyaye. Wek dibe ku bombeya zindî be hatiye nirxandin û mudaxile hatiye kirin.” Lê belê van derewên walî û polîsan di destê wan de man. Di kêliya Kûrkût tê kuştinê de nûçegihanê Dîhaberê-rojnamevan Abdurrahman Gok jî li ser hev wêneyên Kûrkût û polîsan girtibû. Wêne Walî Huseyîn Aksoy û polîsan derewand. Aksoy neçar ma ku bêje ew hatiye xapandinê.    PIŞTÎ WÊNEYAN LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN   Li ser wêneyên ji aliyê Gok ve hatibûn girtin, Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 72 polîs wek şahid hatin guhdarkirin. Ji nav van 72 polîsan lêkolîna balistik a sîleha polîsê bi navê Yakûp Ş. hat kirin. Piştî vê lêkolîna sîlehê Yakûp Ş. wek gumanbar li dosyeya Kûrkût hat zêdekirin.    Serdozgeriyê derbarê Yakûş Ş. de ji sûcê “dibe ku bi qestî kes kuştibe” îdianame hat amadekirin. Li gel rapora Krîmînal Polîs, rapora pispor a Buroya Krîmînal a Ûlûsal jî 7’emîn Dadgeha Dadeha Cezayê Giran a Amedê di danişîna 12’emîn de bi îdiaya “delîl têr nakin” polîsê kujer da beraetkirin.     ‘DI KÊLIYA EWIL DE DELÎL HATIN REŞKIRIN’    Birayê Kûrkût, Ercan Kûrkût bi bîr xist ku 4 sal di ser kuştina birayê wî de derbas bûn û wan ji roja ewil ve texmîn kirine ku wê doz bêencam bimîne. Kûrkût anî ziman ku ji roja ewil ve wan texmîn kiriye ku wê delîl werin tarîkirin û got: “Çimkî wextê ku dewletê Kemal qetil kir, di kêliya ewil de hewl da delîlan ji holê rake. Di dewletek hiqûqa asayî de divê polîsên ji ewlehiyê berpirsiyar delîlan kom bike, lê belê li vir berevajî vê yekê tê kirin. Hemû organên dewletê temsîl dikin xwîna Kemal li ser destê xwe kirin. Lê dewletê tenê ne vê kir. Îşkence li bedena Kemal ku ber bi rêwitiya axê ve diçû kir. Îşkence li dayik, malbat û bavê wî yê di bin erdê jî kirin. Kînek wan mezin li dijî kurdan heye. Êdî ji însanetiya xwe derketine. Jixwe em ne li bendê bûn ev zîhniyet xwe bidarizîne. Vê dozê hêj dest pê nekiriye.”    ‘DELÎLAN JI NEDÎTÎ VE TÊN’    Kûrkût da zanîn ku doza hatiye vekirin sê salan dewam kiriye û polîsê kujer rojek jî girtî nehatiye hiştin û ev polîs hêj li ser wezîfeya xwe ye. Kûrkût destnîaşn kir ku delîl hemû qatiliya polîs radixe ber çavan lê belê ewqas delîl ji nedîtî ve hatin dîtin û tevî vê yekê qatil beraet kirin.    ‘EM NE LI BENDA EDALETA TIRKIYÊ NE’    Kûrkût anî ziman ku ew li rêyên hiqûqê yên navxweyî ne li benda tu encamekê ne û got: “Helbet wê rojek edalet cihê xwe bibîne. Lê belê em di van şertan de ne li bendê ne li dewleta Tirkiyê edalet cihê xwe bibîne. Ji bo edalet pêk were em ê heta dawiyê têbikoşin. Tu hêviya me ji saziyên rayedar ên dewletê name ye. Dozê hêj dest pê nekiriye. Ji bo doz dest pê bike em ê têbikoşin. Em ne bi tenê ne. Ez di salvegera çaremîn de bi hezkirin û hesret Kemal bi bîr tînin.”    ‘BI QESTÎ KUŞTIN E’    Yek ji parêzerên dozê Serdar Çelebî jî destnîşan kir ku dikaribûn bi awayek mudaxileyî Kemal Kûrkût bihata kirin lê belê encamên ku derketin holê li ber çavan in. Çelebî got ewlehiya parastina mafê jiyanê ya mirovan li ber çavan nehatiye girtin û rasterast Kûrkût hedef hatiye girtin û delîlên ku Kûrkût bi qestî hatiye kuştin jî li ber çavan in. Çelebî anî ziman ku darazê bi biryara “beraetê” carek din hiqûq û yasayan binpê kir û îmze li bin sosretiyek din da. Çelebî diyar kir ku dixwazin dosyeyê ango kujer bêce bihêlin û her çiqas ji vê dadgehê encam derneketibe jî wê ji Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê edalet derkeve.