Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve 2021-03-18 10:45:12 ENQERE - Serokên giştî yên DEP, DEHAP û HADEP’ê ku hatin girtin diyar kirin ku HDP berdewama kevnşeopiya 30 salan e û gotin: “HDP wê bibe loqmeyek ji hesin û yên dixwazin wê daqûrtînin dê diranê wan bişkîne.”  Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi daxwaza girtina HDP’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz vekir. Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP) a hatibû girtin, Serokê Giştî yê DEHAP’ê ya hatibû girtin Tuncer Bakirhan û Hamît Geylanî yê sekreteriya giştî ya HADEP’ê birêve dibirin têkildarî doza girtina HDP’ê ji ajansa me re axivîn.    DÎCLE: KOKÊN ME SAXLEM IN    Hatîp Dîcle yê Serokatiya Giştî ya DEP’ê birêve dibir diyar kir ku di 18’ê sibata 1994’an de navenda giştî ya DEP’ê û 8 avahiyên partiya wan hatine bombebarankirin û partiya wan di heman salê de di meha hezîranê de bi biryara dadgehê hatiye girtin. Dîcle bal kişand ser pêvajoya girtina partiyên wê serdemê û wiha got: “Kokên me pir saxlem in. Patiya me ya ewilî Partiya Kedê ya Gel (HEP) di sala 1990’an de hat damezrandin. Piştî operasyona îmhakirina li dijî tevgera kurd di sala 92’yan de hat destpêkirin derbarê HEP’ê de doza girtinê hat vekirin û di encamê de hat girtin. Me li dijî vê wek tevdîr Partiya Demokrasiyê (DEP) damezrandibû. DEP li ser koalisyonek berfireh hatibû avakirin. Hema bêje tevahî tevgerên siyasî yên kurd têde cih digirtin. Partiyek berfireh bû. Lê temenê DEP’ê 11 mehan berdewam kir. lê belê wek erdhejê Tirkiyê di warê siyasetê de hejand. Wek geşedanên îro ku em dişopînin partiya me DEP hat girtin û parlamenteriya me hemûyan hat betalkirin. Beriya parlamenteriyên me werin betalkirin li ser biryara Desteya Ewlehiya Millî (MGK) di adara sala 1994’an de vîna gel ji Meclîsê avêtin.”    ‘YÊ BIRYARÊ XWEDN ELEMANÊ ÇÎLLER Û GUREŞ E’    Dîcle destnîşan kir ku heman zîhniyet îro jî berdewam dike û wiha got: “Vekirina doza girtina li dijî HDP’ê rûyê rast ê Tirkiyê ku li dijî kurdan û hêzên demokrasiyê tevdigere û helwesta wan a 27 salan qet neguheriye nîşan dide. Hem parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû xistin û hem jî doza girtinê li HDP’ê vekirin. Biryara betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglû ji aliyê Celal Adan ê MHP’yî ve hat xwendin. Celal Adan di serdema me de jî parlamenterê DYP’ê bû. Ew jî yek ji elemanê klîka Tansû Çîler û Dogan Gureş ên di serdema wan de 17 hezar faîlên nediyar pêk hatin û 4 hezar gundên kurdistanê hatin şewitandin. Ew kes îro dîsa vaye li ser heman dikê ye. Vê carê wek Cîgirê Serokê Meclîsê rezaletiya xwe nîşan da.”    ‘GIRTIN WÊ WISA NE HÊSAN BE’    Dîcle anî ziman ku HDP berdewamiya kevneşopiya 30 salên dawî ye û got: “Qet û qet wê bi ser nekevin. Em wek dewama 30 salên dawî ne. HDP jî li ser van kevnşopiyan bilind dibe. Me di wê serdemê de çawa li ber xwe da û em çawa ji girtîgehê derketin û me têkoşîna xwe dewam û mezin kir wê dîsa wisa bibe. Girtina HDP’ê wê wisa ne hêsan be. Wê gelê me li ber xwe bide. Bila gumana kesî di vî warî de nebe. Wê kêfa wan di qirika wan de bimîne. HDP loqmeyek ji hesin e û yên bixwazin wê daqûrtînin wê diranê wan bişikîne.”    BAKIRHAN: NE HDP DIVÊ EV ZÎHNIYET WERE GIRTIN    Derbarê Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP) de jî gelek doz hatibûn vekirin û destûra xebatên wê siyasetê nedihat dayîn. DEHAP’ê ji ber zextên li ser di mijdara sala 2005’an de xwe fesh kir. Endam û rêvberên DEHAP’ê derbasî Partiya Demokratîk a Civakî bûn.    Tuncer Bakirhan ê wê serdemê Serokê Giştî yê DEHAP’ê bû û niha Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ye derbarê vekirina doza li dijî HDP’ê de wiah got: “Partî encam in, ne sedem in. Yanî heta ku sedem li holê be, dibe nav, mekan û remza wê biguhere lê wê di şûna wê de gelek partî werin vekirin. Lê belê girseya hilbijêran baqî ye. Zext û zordariya li ser partiya me hin bêtir xelkê bi hêrs dike û li dora me dike xelek. Ew dikin ku hin bêtir gel xwedî li partiya me û xwe derkeve. Lê tevî van zextan jî em siyaseta demokratîk qebûl dikin. Li gel her tiştî jî em ê zemîna demokratîk bikar bînin. Em mirovatî û edaletê diparêz in. Em jiyanek bi rûmet diparêz in. Yanî yên werin girtin ne em in, yanî ya ku were girtin zîhniyet û aqilê heyî yê dewletê ye. Em ê her li vir bin. Me gelek girtinan dît, me gelek dadgehan dît lê belê em hêj li cihê xwe ne.”    GEYLANÎ: EW Ê JÎ BIKEVIN ÇALA YÊN PARTIYAN GIRTIN    HADEP jî dia dara 2003’yan de ji aliyê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Mustafa Mumin ve hatibû girtin. Hamît Geylanî yê wê demê Sekreteriya Giştî ya HADEP’ê dikir jî niha rewşa diqewime ne girtina HDP’ê ye girtina demokrasiyê ye û bi vê biryarê re mafê mirovan hatiye tunekirin.    Geylanî destnîşan kir ku Tirkiye ango îqtidar bi girtina HDP’ê wê negihîje tu armanc û cihekî û wiha got: “Min ji HEP’ê heta niha di xebat û erkên hemû partiyan de cih girt û wezîfeyê xwe da ser milê xwe. Her cara ku partiyek me hat girtin gelê me ji nûve zindî bû û li ber xwe da. Heta têkoşîna xwe mezin kir û heta van rojan hat. Ji ber vê yekê vekirina doza girtina HDP’ê û betalkirina parlamenteriyê wê tu tiştekî nede destê Tirkiyê. Yên dixwazin HDP’ê bigirin jî wê bikevin çala yên partiyan girtin e. Niha ev rewşa ku AKP û MHP gihîştiyê li Tirkiyê têkçûna aborî, aştî, mafê mirovan û serweriya hiqûqê nîşan dide. Ev îqtidar jî dewama pêvajoyên din e. Nikarin tiştek bi dest bixin. 40 sal in dibêjin ‘em ê koka we bibirin’ lê belê tu tiştekî bi dest nexistin. Wê ji niha şûn ve daxwazên demokratîk ên gel hin bêtir bilind bibin û bi ser bikevin.”    MA / Selman Guzelyuz