Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin 2021-03-18 12:03:07   RIHA – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku ew daxuyaniya dozgeriyê ya derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de têr nabînin û got: “Baweriya me bi dewletê nayê, bila hevdîtin were kirin.”    Têkildarî tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 14’ê adarê de li ser hin hesabên medya divakî hin îdia hatin belavkirin û rê li ber fikaran vekir. Ev fikar hêj ji holê ranebûne. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxuyanî da û îdia kir ku ev parvekirin derveyî rastiyê ne û rewşa tenduristiya Ocalan baş e. Malbat û parêzeran xwest bi lezgînî hevdîtin pêk were. 5 roj in Wezareta Dadê û Serdozgeriya Bûrsayê bersivê nedaye   Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan ê biraziyê Abdullah Ocalan têkildarî van îdiayan ji ajansa me re axivî.    ‘DEWLET XEMSAR TEVDIGERE’    Omer Ocalan destnîşan kir ku li Girava Îmraliyê salên dirêjin tecrîd li Ocalan tê sepandin û got: “Her roja ku diçe tecrîd kûr dibe. Niha jî hin îdia digerin. Baweriya me bi daxuyaniya dewletê nayê, dixwazin çi bikin? Em dixwazin vê dibêjin; dewlet dema bixwaze dikare van kesên van îdiayan belav kirine û bi armancê parve kirine bibîne. Dewlet dikare di kêliyekî de ji ber parvekirina twîtan siyasetmedar û welatiyan bibîne û binçav bike. Lê nikare van kesan bibîne. Heke dewlet ji vê re bêdeng bimîne, wê fikar bi me re çê bibin û kurd viya qebûl nakin.”    ÇIMA NIHA?   Ocalan destnîşan kir ku daxuyaniya Serdozgeriyê ya derbarê Ocalan de kêm dibînin û got: “Ev daxuyanî têr nake. Dewlet bixwaze dikare demildest van îdiayan pûç bike. Heke tecrîd nebûya, birêz Ocalan dikaribûya ji mafên yasayî yên hevdîtinê sûd werbigirta, wê zemîn ji van îdiayan re nemaye. Dixwazin peyamê bidin kî? Em bi awayek cidî nêzî van spekulasyonên wiha dibin. Em li bendê ne ku hemû alî wisa cidî nêz bibin. Çima îdiayên wiha niha hatin belavkirin? Gelo dixwazin kurdan ji bo tiştekî amade bikin?”    ‘DIVÊ YASA WERIN SEPANDIN’    Ocalan anî ziman ku îqtîdar li dijî Ocalan siyaseta “hiqûqa dijminatiyê” bi rê ve dibe û got: “Hevdîtinên malbat û parêzeran bi awayên dij yasayî û hiqûqî tên astengkirin. Em dixwazin hiqûq û yasa were sepandin. Di yasayan de kîjan maf hene ji bo birêz Ocalan jî bila were sepandin. Dema dixwazin hin deman bi birêz Ocalan re hevdîtinê dikin. Divê dewlet pir cidî nêzî birêz Ocalan bibe. Çimkî birêz Ocalan însanek ji rêzê nîne. Em wek malbata wî li dijî van bêhiqûqiyan e û dixwazin tavilê wî bibînin.”   SIYASETA ŞER DAN DESTPÊKIRIN    Ocalan anî ziman ku îqtidarê ji ber çareseriya demokratîk li dijî Ocalan şer û tecrîdê dane destpêkirin û dixwazin bi vî awayî gelê kurd bênefes bihêlin.    ‘DIVÊ FIKAR JI HOLÊ WERIN RAKIRIN’    Ocalan destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Ocalan ji bo kurdan xeta sor e û wiha got: “Hûn dikarin li dijî kurdan û siyasetvanên wan siyasetek dijminane bimeşînin lê belê hûn tenduristiya birêz Ocalan wek amûrê ji bo xwe bikar bînin wê gelê kurd viya qebûl neke. Ev siyasetek pir erzan e. Divê malbat û parêzer demildet bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û fikarên gelê kurd ji holê werin rakirin. Heke tecrîd rabe wê civak nefesê bigire. Niha ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Divê her kes deng bide dengê girtiyan û heta tecrîd bişikê li ber xwe têbikoşin.”   MA / Emrûllah Acar – Bariş Polat