Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin 2021-03-18 12:04:25   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, derbarê vekirina doza girtina HDP’ê de got: “Em mêcbûr in ku dest ji pêvajoya girtina partiyan berdin.”   Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû beşdarî vekirina Serokatiya Rêxistina Tekîrdagê ya partiya xwe bû. Kiliçdaroglû di axaftina xwe de qala vekirina doza girtina derbarê HDP’ê de jî kir. Kiliçdaroglû gotina “Partiyên siyasî rêgeza jêveneger ên demokrasiyê ne” bi bîr xist û wiha got: “Partiyên siyasî yên gel piştevaniya wan dikin dijîn, partiyên siyasî yên gel piştevaniya wan nekin jî diçin sergoyê dîrokê. Ji ber wê yekê heke em demokrasiyê bi parêzin, em mecbûr in ku dest ji pêvajoya girtina partiyan berdin.”