Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan 2021-03-18 12:22:33   STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, diyar kir ku li Tirkiye hemû gel, karker, kesên bindest û hêzên ked û demokrasiyê di tecrîdê de ne û wiha got: "Îsal ji bo rakirin û şikandina tecrîdê Newroz pir girîng e. Divê ji bo şikandina tecrîdê her kes tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.    Gelê Kurd îsal dê Newroz bi şîara "Em bi Agirê Newrozê Li Ber Xwe Bidin, Bi Ser Bikevin" li 60 navendan pîroz bikin. Li Stenbolê jî dê Newrozê di 20'ê Adarê saet di 11.00’an de li Yenîkapi pîroz bikin. Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, bang li hemû gelê Stenbolê kir û xwest li dijî tecrîdê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Şenoglu, anî ziman ku îsal pîrozbahiya Newrozê gelek girîng e û wiha got: "Gelê Kurd di bin êrîşan de ne. Karker, hemû hêzên ked û demokrasiyê û gelên bindest tev di tecrîdê de ne. Divê hemû kesên edaletê dixwazin li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan mil bidin hev û li qada Newrozê bi hevre Newrozê pîroz bikin. Newroz bi diroka xwe rojek pir wadetar û girîng e.    'ÊRÎŞ ENCAMA REJÎMA TECRÎDÊ YE'      Şenoglu, anî ziman ku li dijî gelê Kurd gefên pir mezin heye û wiha axivî: "Gelê Kurd bi gefên mezin re rû bi rû ye. Ev gef li çar perçeyên Kurdistanê belav bûne. Li alişekî şer ferz dikin, li aliyê din polîtîkayên tunekirinê pêş dixin. Qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê kirin, Wekîlên HDP'ê girtin û dixwazin HDP'ê bigirin. Ev êrîş li Tirkiyeyê di serî de li dijî hêzên aştî azadî û demokrasiyê dixwazin pêk tê. Ev êrîş encama rejîma tecrîdê ye. Li Tirkiye hemû gel, karker, kesên bindest û hêzên ked û demokrasiyê di tecrîdê de ne. Îsal ji bo rakirin û şikandina tecrîdê Newroz pir girîng e. Divê ji bo şikandina tecrîdê her kes tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Pêdivî bi berxwedana Newrozê û pêxistina Agirê Newrozê heye. Em dixwazin di Newrozê de hemû gelên bindest, karker, hêzên kedkar û demokrasiyê dixwazin hêza xwe nîşan bidin û ji vê tecrîdê re bêjin bes e. Em dixwazin ji bo aştî, azadî û demokrasiyê dakevin Qadên Newrozê. Em hemû hêzên ked û demorasiyê li Qada Yenikapi bên cem hev û li dijî tecrîdê bi hevre li Qadên Newrozê agirê Newrozê geş bikin."