Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket 2021-03-18 13:03:55   ÎZMÎR - Komîteya Amadekar a Newroza Îzmirê ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin serî li Walîtiyê dabûn. Ji bo pîrozbahiya qada Gundogdu ya Newrozê destûr hat dayîn.   Komîteya Amadekar a Newrozê ya Îzmirê ji bo di 20'ê Adarê de li Qada Gundogdu Newrozê pîroz bikin serî li Walîtiya Îzmirê dabûn.  Piştî komîtiya  amadekar serî li Walîtiyê dan, Walîtiyê destûr da. Piştî destûr hat dayin gelê Îzmirê dê li Qada Gundogdu Newrozê pîroz bikin. Kesên derbasî qada Newrozê bibin dê koda HES'ê ji wan bixwazin. Bernameya pîrozbahiya Newrozê dê saet di 13.00’an de dest pê bike. Pîrozbahiya Newrozê dê bi axaftina Hevserokê HDP'ê Besriye Tekgur û Kadir Baydur dest pê bike. Piştre dê Hevberdevkê HDK'ê Sabri Gul, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û parlamenterên HDP'ê axaftinê bikin. Bername dê saet di 18.00’an de bi dawî bibe. Hunermend Ayfer Duzdaş, Paksisler û Arhat dê derkevin ser dikê û konserê bidin.    Endamê komîteya Amadekar a Newrozê Selçuk Odabaşi anî ziman ku amadekariyê wan temam bûne û bang li hemû gelê Îzmirê kir ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Gundogdu bibin.