Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye 2021-03-18 13:57:46   ENQERE - Parlementerê AKP’ê yê berê Abdurrahîm Aksoy ku xistina parlementeriya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î li Meclîsê şermezar kir têkildarî vekirina doza girtina HDP’ê wiha got: “Girtina partiyan ne çareserî ye. Hele girtina partiyên kurdan qet ne çareserî ye.”   Parlamenterê berê yê AKP’ê yê Bedlîsê Abdûrahhîm Aksoy, duh beriya xistina parlamenteriya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, li Desteya Giştî ya Meclisê dûrişma “Bijî demokrasiya azadîxwaz. Bijî Tirkiyeya Demokratîk. Bila têk biçe otokrasî” berz kiribû. Aksoy, çavdêriyên xwe yên rûniştina duh beşdarbûyî, sedemê şermezarkirinê û vekirina doza girtina HDP’ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   Aksoy diyar kir ku di rûniştina Meclîsê ya parlementeriya Gergerlîoglû xistin de 15 parlementer axivîn lê yek kesî jî derbarê pêkanînên antîdemokratîk de neaxivî û wiha axivî: “Kesên axivîn qala pirsgirêkên bajarên xwe kirin lê kesê qala vê rewşa antîdemokratîk nekir. Li ser vê yekê ez rabûm û min berteka xwe nîşan da.”   ‘PEYAMEKE SEMBOLÎK DI NAVA XWE DE DIHEWAND’   Aksoy têkildarî biryara xistina parlementeriya Gergerlîoglû ya ji aliyê Cîgirê Serokê Meclîsê yê MHP’ê Celal Adan ve hat xwendin jî wiha got: “Miheqqeq peyameke sembolî di nava xwe de dihewand. AKP û MHP du partiyên siyasî yên ji bo meşandina pêkanînên antîdemokratîk tifak kirine. Ev partî di nava helwesteke li dijî kurd û pêşketina demokrasiyê de ne. Muhtemelen ji bo ku kurdan biêşînin di serokatiya Serokwekilê Meclîsê yê MHP’î de ev biryar aşkera kirin.”   ‘DESTHILATEKE DIXWAZE KURDAN JI HOLÊ RAKE HEYE’    Aksoy anî ziman ku AKP welat bi awayekî “kêfî û bêqûral” bi rêve dibe û nêzîkatiya wê ya kurdan jî bi van gotinan pênase kir: “Ez weke desthilateke siyasî ya ku dixwaze kurdan ji holê rake dibînim. Ji bo ku desthilat ji destê wan neçe dikare kurdan jî mirovan jî feda bike. Duh tiştek digot, îro berovajiyê wê tiştekê dibêje. Ev qas di nava nakokiyan de ne.”   ‘KURD LI BER XWE DIDIN’   Aksoy destnîşan kir ku girtina partiyan ne çareserî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hele girtina partiyên kurdan qet ne çareserî ye. Ji xwe ji salên 1994’an heta niha di holê de ye. Ji ber ku tevgera siyasî ya kurd xwe dispêre bingeheke sosyolojik. Kurd di bin pêkanînên înkar, pişaftinê de ne û van qebûl nakin. Li dijî van pêkanînan li ber xwe didin. Ji ber vê yekê girtina partiyê nabe sedemê tunebûna pirsgirêka kurd, nayê wateya ku dê têkoşîna kurd bi dawî bibe. Yek çareserî heye ew jî qebûlkirina hebûna gelên li welat e.”   MA / Selman Guzelyuz