Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir 2021-03-18 15:58:08   EQNERE – Prof. Dr. Baskin Oran, li meclisê serdana “Nobeta Edaletê” kir û ji HDP’iyan re got ku hûn dirokê dinivisînin.    Serdanên “Nobeta Edaletê” ku Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû duh piştî xistina parlamanenteriya xwe li meclisê da destpêkirin, didomin. Prof. Dr. Baskin Oran, serdana parlamenterên ku bi Gergerlîoglû re nobet digirin kir. Oran, pirtûka xwe ya “Dalavera Memet’in Bodrum Tarihi” diyarî Gergerlîoglû kir û ev tişt got: “Ez li ser navê Koma Yan Yana hatim. Hêvî dikim ku muxalefeta sereke jî vê mînak bigire û bi awayekî fermî bê. Ev tişt bi telefonê nabin.”   Gergerlîoglû, peyamên xwe yên piştevaniyê bi Gergerlîoglû û HDP’iyan re parve kir û got ku hûn niha dîrokê dinivisînin.