ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin 2021-03-18 16:30:03   ENQERE- Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Rapora Jinê ya 2020'an bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Li gorî raporê di sala 2020'an de herî kêm tundî li Hezar û 75 jinan hat kirin. Ji ber tundiyê 41 jinan întîhar kir. Herî kêm 178 jin jî bi awayekî gumanbar kuştî hatin dîtin û herî kêm 316 jin hatin qetilkirin.    Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Rapora Jinan a sala 2020'an li Navenda Giştî ya ÎHD'ê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Di civînê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin jî amade bû. Ewil Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn di civînê de bal kişand ser Peymana Stanbolê û wiha got: “Peymana Stenbolê Destûra Bingehîn a Jinê ye. Di tu kevneşopî, çandan û namûsan de tundiya li dijî jinê nayê qebûlkirin. Li vê erdnîgariyê qaşo li ser navê namûsê jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin." Keskîn bal kişand ser gotinên Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan û wiha got: "Ev gotin ji zagonê hatiye derxistin. Dewleta ku Peymana Stenbolê îmze kiribe divê vê gotinê nebêje. Li ser vê erdnîgariyê Serokomar û daraz li gorî peymanê biryaran nadin. Li gorî pîvan û erka peymanê gavan navêjin."    Keskîn, da zanîn ku tundiya li dijî jinan polîtîk e û wiha got: "Her ku zimanê dewletê hişk dibe tundiya li dijî jinê jî zêde dibe. Wezîrê Karên Hundir tundiyê sor dike. Divê demek berî demekê peymana Stenbolê têxin meriyetê û pêk bînin."    Sekretera Jinan a ÎHD'ê Nuray Çevirmen, anî ziman ku bi taybetî piştî di 11'ê Adar 2020'an de şewba vîrûsa Covid-19 li Tirkiye îlan kirin û şûnde tundiya li dijî jinan zêdetir bû û wiha got: "Wekî her qeyranê di vê qeyranê de jî herî zêde jin û zarok ketin bin bandorê. Li gorî lekolîna ji çapemenî û malperên internetê me raporek amade kir. Dîsa gelek jinên serî li me dan me li raparê zêde kir. Gelek jinên ku tundî li wan hatine kirin û agahiyên wan negihiştine me jî hene. Em xwe nagînin agahiyên tevan.    JI SEDÎ 75 KESÊN SERLÊDAN DIKIN JIN IN   Çevîrmen, da zanîn ku di sala 2020'an de Hezar û 323 jinan bi rêya Înternetê serî li wan da û wiha got: “Ji sedî 47’an ji ber tundiya aborî û civakî serî li me dağ. Ji sedî 53 ji bo binpêkirina mafên li girtîgehan û binpêkirina mafên din serî li me dan. Ji kesên serî li me dan ji sedî 75 jin in. Me hewl da alîkariya hiqûqî bidin wan.    20 JINÊN ROJNAMEGER TÊN DARIZANDIN   Çevirmen,  bal kişand ser rewşa girtîgehan û da zanîn ku mafê wan ê ragihandinê tê astengkirin û wiha axivî: "Girtî di lêgerîna tazî re derbas dibin û îşkence li wan tê kirin. Tundiyê di sala 2020'an de jî berdewam kir. Niha 3 jê girtî 20 jinên rojnameger tên darizandin.    148 CÎNAYETÊN KAR    Çevirmen, da zanin ku keda jinê tê xwarin û wiha lê zêde kir: "Hêj keda jinê ya li malê nayê dîtin. Di 2020’'an de 148 jin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.    Çevîrmen rapor aşkere kir û wiha got:    *Jinên astengdar ji mafê xwe yê tenduristî û perwerdehiyê bê par hatin hiştin. Jinên xwestin bigêjin xizmeta ŞONİM'ê hatin aktengkirin.    Jinên xwestin ji mafê kurtajê sûdê bigirin hatin asteng kirin.    *Li Tirkiyeyê herî kêm 709 jin zor li wan hat kirin ku bibin karkerê seksê. Herî kêm 1075 jin bi tundiya aborî, fîzîkî, derûnî û cînsî re rû bi rû man. Herî kêm 41 jin zor li wan hat kirin ku întîhar bikin. 178 jin bi awayekî guman kuştî hatin dîtin. herî kêm 316 jin hatin kuştin.    Di raporê de ev daxwaz hatin kirin:    * Divê di her qadê de wekheviya civakî û zayendî bê kirin. Divê Qanûna Hêjmara 6284'an û Peymana Stenbolê bi çalak têkeve meriyetê. Divê alîkarîya maddî bê dayîn. Divê sazî û rêxistinên ku jin li dijî tundiyê jê sûdê bigirin 7/24 saetan sûdê jê bigirin bê avakirin. Divê ev sazî bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngîlîzî xizmetê bidin jinan. Divê mafê jinên penaber bên parastin û ewlehiya wan bê girtin. Divê mafê jinan ên perwerdehî û tenduristiyê bê parastin. Divê jinên jora 60 salî li stargehan bên parastin. Divê jinên ji stargehan derketin jî alîkariya aborî û civakî bi wan re bê kirin. Divê li dijî polîs û eskerên ku agahiyên şaş didin doz bê vekirin.