Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin 2021-03-18 18:42:29   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîr a Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê Endamê Meclîsa HDP'ê Azad Polat, Aktîvîsta TJA'yê Hediye Yayik, Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berfîn Can û welatiyê bi navê Resul Salsak hatin binçavkirin.   4 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedemê binçavkirinê nehat hînbûn.