Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin 2021-03-19 09:00:51 AMED - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Omer Farûk Karahan ku hatibû revandin, diyar kir ku sîxurtî lê hatiye ferzkirin û Endamê Meclîsa Ciwanan Selamî Erkîz jî anî ziman ku kesên wî revandine berê çekê dane wî û lêxistine.  Di demên dawî de kesên nenas endamên endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) direvînin û sîxurtiyê li wan ferz dikin. Ev bûyer berê li Stenbol û Enqereyê qewimîbûn, lê niha jî li Amedê qewimî. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Omer Farûk Karahan, bilêv kir ku di 16'ê Adarê de li Meydana Deriyê Çiyê polîsan ew revandiye û wî birine derveyî bajêr û sîxurtî lê ferzkirine. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Selamî Erkîz jî diyar kir ku polîsan lêxistiye.    Xwendekarê Zanîngeha Mûnzûrê û Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Karahan, anî ziman ku di 16'ê Adarê de gava ji navçeya Peyasê çûye Qada deriyê Çiyê, hin kesên nenas ew dane selinandin û bi hinceta binçavkirinê ew bi zorê li wesayîtekê siwar kirine. Karahn got: "Li Dersimê hin dozên min ên siyasî hebûn. Ev kesên ku ez dam sekinandin, gotin derbarê te de biryara binçavkirinê heye. Min xwest biryarê bibînim, lê gotin 'em ê di hundirê wesayîtê de rê te bidin.' Min jî got, heya ji parêzerê xwe re nebêjim ez ê neyêm û min berê îfade daye. Di vê navê re kesê di wesayîtê de bû, peya bû û telefona di dest min de ji min stend. Kesekî din jî got, 'Temam, sakîn be, jixwe em te narevîînin, em te bi awayekî remî binçav dikin.' Min ji parêzerê xwe re got, ez têm binçavkirin. Wî jî got, temam va ez derbasî edliyeyê dibim. Min ji van kesan xwest, ez li nasnameya wan binerim. Lê bi awayekî ku ez nebînim rê min dan û zûzûka xistin berîka xwe. Min navê wî jî nedît. Di vê navê re em hinekî ketin qirika hev. Gava me ketin qirika hev, mirov li dor me kom bûn. Bi dû re ez li wesayîtê siwar kirim."    ‘XWEDIYÊN DEWLETÊ'    Karahan, diyar kir ku ji zû de ye li Amedê di nav xebatên siyasî de ye û kesên di wesayîtê de jê pirsîne li Amedê çi dike û gava bersiv nedaye jê re gotine: "Polîsê çi, emniyeta çi, em dewlet in. Em ên îstixbaratê ne, xwediyên dewletê yên esil."    SÎXURTÎ LÊ FERZKIRIN E    Karahan got: "Pirs ji min kirin. Min bersiv neda. Bi dosyeyên derbarê min de gef li min xwarin. Gotin, dibe ku li vê derê jî dosyeyên te hebein, heger bixwazî em dikarin jê bibin. Tu xwendekarê zanîngehê yî, heger bixwazî em dikarin te mezûn bikin. Çi madî çi manewî em ê bi her awayîî alîkariya te bikin. Em dewlet, xwedî erkeke mezin in."    GILÎ KIR    Karahan, anî ziman ku gava teklîfên wan qebûl nekiriye cardin gef lê xwarine û zêdetirî nîv saetê li nav bajêr hatiye gerandin. Karahan, diyar kir ku gava wî li nav bajêr gerandine di ber re jî gef lê xwarine û cardin wî anîne li cihê berê danîne. Karahan, bilêv kir ku bi rêya parêzerê xwe giliyê van kesan kiriye û got: “Li cihê ku min girtin kamerayên mobeseyê hebûn. Em ne xerîbê van rêbazan e. Ev pêkanînên salên 90'î ne. Çavê wan lê ye me bitepisînin û bikin sîxur. LÊ dixafilin. Em ê serî netewînin."    ‘BERÊ ÇEKÊ DAN MIN Û EZ BINÇAV KIRIM'    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Selamî Erkîz jî anî ziman ku di 12'ê Adarê de danê êvarî gava li navçeya Rezan a Amedê digeriya polîsan ji nişkave berê çekê dane wî û sê kesên ku wan nas nake û ew binçav kirine. Erkîz, diyar kir ku heya çûne midûriyeta polîsan jî polîsan li wî û sê kesên ku wan nas nake xistine. Erkîz, bilêv kir ku bi hinceta li kuçeya midûriyeta polîsan dirûşme berz kirine hatine binçavkirin û li midûriyetê 3 satean şipyakî hatine sekinandin. Erkîz got: "Li wir, li me xistin. Gava parêzerên me hatin, xwe li başiyê danîn. Lê belê gava çûn, vê carê heqaret li me kirin. Piştî çend saetan em birin nexweşxaneyê. Me xwest em raporê bigirin, lê polîs bi bijîşk re axivîn û bijîşk bêyî ku guh li me bikin rapor dan me. Ji nexweşxaneyê heya midûriyeta polîsan, polîsan ji me re got 'hûn terorîst in.' Sîxurtî li min ferz kirin. Gotin, 'Tu biaxivî, ê tiştek jî neyê serê te.' Bi dû re em berdan."    Erkîz, destnîşan kir ku dê giliyê polîsan bike.    MA / Ergîn Çaglar