Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn 2021-03-19 11:27:14   STENBOL - Beşên cuda yên civakê ku beşdarî pîrozbahiya Newroza Qada Yenîkapi ya Stenbolê bibin, diyar kirin ku ew ê li qada Newrozê li dora agir daxwazên xwe biqîrîn.    Newroza Stenbolê, wê sibe saet 11-00’an, li Qada Yenîkapiyê bi şîara “Bi agirê Newrozê emê li ber xwe bidin, azad bibin” bê pîrozkirin. Dayikên aştiyê, parêzerên ku rûxsatên wan nayin dayîn û ji beşên cuda yên civakê, wê gelek kes sibe li Qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn.    Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Emîne Erbek, diyar kir ku wan par ji ber pandemiyê nekarin Newrozê pîroz bikin û ji bo pîrozbahiya Newrozê ya îsl bang li her kesî kir ku bi coş berê xwe bidin qadên Newrozê. Erbek, Newroza girtiyan pîroz kir û wiha got: “Em ê li qada Newrozê li benda jin, ciwan û gelê Kurd bin. Bila dayik li qadên Newrozê dengê xwe bikin yek û ji bo vekirina deriyên zindanan dengê xwe bilind bikin.”    LI DIJÎ ZILMÊ BERXWEDAN   Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedîa Gokguz, dest nîşan kir ku Newroz sembola azadî û aştiyê ye. Gokguz, bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û ev peyam da: “Newroz ji bo me dest pê ka azadî, aştî, bihar û rizgariya gelê Kurd. Ji bo gelê Kurd xwedî wateyek pir girînge. Par ji ber pandemiyê me nekarî em Newrozê pîroz bikin. Niha jî em di pêvajoyeke girîngre derbas dibin. Li zindanan li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin. Divê bi awayekê herî xurt em başdarî Newroza îsal bibin. Bi taybetî divê em ji bo Birêz Ocalan, bihêztir beşdarî Newrozê bibin. Bi taybetî ez bang li jin û dayikan dikim. Zarokên me di zindanan de ne. Ji xwe armanca Newrozê jî, berxwedana li dijî zilmê ye. Bile gelê me êdî rabe ser piyan û di serî de ji bo azadiya Birêz Ocalan û tevahiya gelê Kurd bi daxwazên xwe biherikin qadên Newrozê.”    ‘LI DIJÎ XEZPAN EMÊ LI QADAN BIN’   Endama Koordînasyona Li Dijî Xespên Rûxsatê Evîn Kiliç jî, diyar kir ku ewê weke parêzerên rûxsatên wan hatine xespkirin, li qadan bin û bi van gotinan Newroz pîroz kir: “Ez Newroza jinan, kedkaran û hemû gelan pîroz dikin. Emê li qadên Newrozê daxwazên xwe bînin ziman.”