Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin 2021-03-19 11:57:09 STENBOL - Welatiyên suryan, hemşîn, çerkes, kurd, ermen, rum, laz, ereb, gurcu û roman ji bo serdemên tarî ronî bikin her kesî vexwendin qada Newrozê û wiha gotin: “Werin em bi hev re xwe bi ser agire Newrozê re biavêjin.”   Newroza Stenbolê wê di 20’ê adarê bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" were pîrozkirin. Amadekariyên pîrozbahiya Newrozê yên ku wê li Qada Yenîkapiyê saet di 11.00’an de dest pê bike, berdewam dikin. Welatiyên suryan, hemşîn, çerkes, kurd, ermen, rum, laz, ereb, gurcu û roman jî ji bo tevlibûna Newrozê bang kirin.   ‘EM ZÊDETIR BI HÊVÎ NE’    Edîp Arslan ê suryan diyar kir ku Newroz ji bo gelên Mezopotamyayê tê wateya saleke nû û wiha got: “Ez hêvî dikim ku Newroz bibe wesîleya hemû gel wekhev, adil, azad û jiyaneke bi zimanê dayika xwe bijîn. Dema em li dîrokê dinêrin dibînin ku Suryanan çi kişandine. Lê êdî bes e, bila zarokên me nekişînin. Ez hêvî dikim ku Newrozên pêşiya me bi hêvîtir bibin. Ez herkesê vedixwînim ku em bi hev re bi ser agirê Newrozê re xwe bi avêjin.”   JI BO TARITIYÊ RONÎ BIKIN…   Solîst û damêzrênerê Koma Muzîkê ya Vova Hîkmet Akçîçek ê hemşîn jî diyar kir ku li cem hemşînan çanda Newrozê tune ye û got: “Em Newroz û wateya Newrozê pişt re hîn bûn. Ji bo kurdan roja têkoşîn û bîranînê ye." Akçîçek anî ziman ku weke welat di pêvajoyeke tarî de derbas dibin û wiha got: “Em pêvajoyeke totalîter ku hewayê aştiyê ji holê hatiye rakirin, ji derveyî aqil, dijîn. Ji ber vê yekê ji bo ev yek ji holê rabe hemû çalakiyên rihê berxwedanê derxînin holê bi qiymet in. Hêvî dikim ku agirê Newrozê yê îsal were pêxistin bi bibe wesîleya welatekî ku gel bi hev re û wekhev di nava aştiyê de bijî.” Akçîçek ji bo pêvajoya tariyê ronî bibe bang li herkese kir ku agirê Newrozê pêxin.   JI GELÊ GURCU RE BANG   Damezrênerê Navenda Zimanê Gurcuyan û Nivîskar Eşref Yilmaz jî destnîşan kir ku Newroz gelek taybetmendiyan di nava xwe de dihewîne û wiha got: “Em weke navenda ziman difikirin ku di 21’ê Adarê de banga aşitiyê an jî mijareke mîna wê bikin.” Yilmaz, gelê gurcu vexwend Newrozê û wiha axivî: “Em weke nunerên gelê Gurcu em girîngî û wateya Newrozê ji komên Gurcu yên li der dora xwe re vebêjin.”   VEXWENDINA NEWROZÊ   Endamê Lijneya Weşanê yê Rojnameya Jinepsê Erdogan Yilmaz ê çerkes jî wiha axivî: “Ji bo hemû gel li cîhaneke hê bêtir demokratik, ronahî û xweş bijîn hêvî dikim ku weke xwezayê zindî bibin. Cejna Newrozê ya herkesê pîroz dikim.” Endamê Lijneya Weşanê yê Rojnameya Jinepsê Yaşar Guven ê Çerkes jî diyar kir ku Newroz ji bo hemû gelen cîhanê meha pêşwazîkirina biharê ye û wiha got: “Hêvî dikim ku zext û mêtin êdî bi dawî bibe. Ez difikirim ku şuna qedexekirinê herkes dikare bi bergiriyan beşdarî Newrozê be. Bi vê wateyê hemû gelan vedixwînim qadên Newrozê.”    AGIR WÊ HER KESÎ RONÎ BIKE   Nivîskar Kayûş Çalikman Gavrîlof ê ermen jî da zanîn ku li cem ermenan jî pîrozbahiyeke weke Newrozê heye û wiha axivî: “Li gel Newrozê bi xwezaya careke din şîn dibe re hêviyên me jî ji nûve şîn dibin. Hêvî dikim ku banga gelan a pîrozbahiya hevpar bersiv bigire. Ji ber ku ew agir wê herkesê ronî bike.”   AŞTÎ, TENDURISTÎ Û ARAMÎ   Katrîn Nikolao ya ji gelê rûman jî destnîşan kir ku Newroza 2021’an ji salên din girîngtir e û wiha got: “Di pêvajoya ku pandemî, bê hiqûqî, birçîtî, tarûmarkirina ekolojiyê zêdebûyî de girîngiya Newrozê zêdetir dibe. Hêvî dikim ku Newroza îsal ji gelên li ser axa me û cîhanê dijîn re aşitî, tenduristî û aramiyê bîne.”   NEWROZA GELAN   Lêkolînera Çanda Laz Îrfan Çagatay jî diyar kir ku di çanda Lazan de tiştên wisa nînin û wiha axivî: “Li Behrareş bi têkildarî hatina biharê bi navê “martdokûsû” pîrozbahî tên kirin. Îro tên ba hev û xwarin tê xwarin. Li Stenbolê Newroz weke cejna cîranên me tê pîrozkirin. Bi taybetî cejna kurdên li Tirkiyeyê ye. Ez Newroz gelan pîroz dikim.”   ROJA BÊJIN ‘NA’ YE   Nivîskar Meryem Fehîme Orûç a femînîst û elewiya ereb jî wiha got: “Bila bi agirê Newrozê tundî bi dawî bibe. Em hemû bi cesareta xwe bêjin na. Em ji tecrîda girtîgehan re bejin na. Bila bi agirê Newrozê qirêjiya me biçe. Hêvî dikim ku tundiya li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Irak, Îran û Sûriyeyê diqewime xelas bibe. Ji ber ku mirovatî dimire.”   JI BO DAXWAZA EDALETÊ   Derhêner û aktivîst Elmas Arûs a roman jî anî ziman ku Newroz remza azadiyê ye, îsal jî ji bo romanan bi têkoşîna bêedaletî, cihekarî û xizaniyê derbas dibe û wiha got: “Em ê agirê Newrozê îsal jî ji bo rojên aşitî û edaleta civakî bi hev re werin, em ê agirê Newrozê pêxin."    ‘EM AGIRÊ NEWROZÊ BILIND BIKIN'    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Subaşi jî têkildarî Newrozê  wiha got: “Weke sala 2020’an di sala 2021’an de jî zext û zor bi heman awayî didomin. Em li Newrozê agirê berxwedanê bilind bikin û pergala zextan bi dawî bikin.”