KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir 2021-03-19 12:30:39   ENQERE - Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk serdana “Nobeta Edaletê” ya HDP’ê kir û got betalkirina parlamenteriyê bêhiqûqî ye û ew li cem HDP’ê ne.    Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya HDP’ê li Meclîsê li dijî betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû da destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Gergerlîoglû û parlamenterên HDP’ê çalakiyê didomînin. Serdanên piştevaniya bo çalakiyê jî berdewam in. Hevserokê Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û şandeya xwe çûn serdana çalakiya HDP’ê. Bozgeyîk anî ziman ku ew piştevanê Gergerlîoglû ve parêzvanên mafê mirovan in. Bozgeyîk anî ziman ku biryara derbarê Gergerlîoglû de li dijî Destûra Bingehîn e betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglû dij hiqûqî ye.