Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû 2021-03-19 12:53:09 STENBOL – Parastvanên mafên mirovan, derbarê xistina parlamenteriya Parlamentera HDP’ê Omer Gergerlîoglû de ev tişt gotin: “Li dijî kesên ku dixwazin civakê mehkûmî derew û tarîtiyê bikin em li cem Gergerlîoglû ne.”   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), têkildarî xistina parlamenteriya Parlamentera HDP’ê Omer Gergerlîoglû li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîneke çapameniyê li dar xistin û bertek nîşanî vê hewldana desthilatê dan. Li eywana ku civîn lê pêk hat pankarta “Em li cem Omer Farûk Gergerlîoglû ne, poarastvanên mafên mirovan nikarin bên bêdengkirin” hatin daleqandin.   DARBEYA LI DIJÎ DAXWAZÊN DEMOKRATÎK    Di civînê de Endamê TÎHV’ê Umît Bîçer axivî û diyar kir ku li dijî muxalefetê siyaseta hiqûqa dijminane tê meşandin û ev pêkanînên siyasetê weke “sosreta hiqûqa” şîrove kir. Bîçer, destnîşan kir ku derbên giran li daxwazên demokratîk tên xistin û ev tişt got: “Ji ber ku parastvaniya mafê mirovan kiriye Omer Farûk Gergerlîoglû hatiye cezakirin. Ev jî nîşan dide ku dixwazin tevahiya civakê mehkûmî derew û tarîtiyê bikin.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ    Bîçer, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê li dijî pêkanînên ku hiqûqê nas nekin bêdeng nemînin, weke parastvanên mafên mirovan bibine dengê heqîqetê, jiyana bi rûmet û bang li hemû kesên alîgirên demokrasiye kir ku li dijî neheqiyê piştevaniya Gergerlîoglû bikin.