Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî 2021-03-19 15:26:22   EDENE - Xebatkarên çapemeniya azad û malbata Nûçegîhanê DÎHA'yê Volkan Eryîgît ku dema li Edeneyê xebatên hilbijartina Adara 2004’an dişopand û qeza derbas kir û jiyana xwe ji dest da, li ser gora wî ew bibîr anîn.    Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Volkan Eryigît, dema li Edeneyê tevî karwana hilbijartina Adara 2004'an nûçe dişopand û qeza derbas kir, jiyana xwe ji dest dabû. Xebatkarên çapemeniya azad û malbata Nûçegîhanê DÎHA Volkan Eryîgtî, li Goristana Kuçukoba çûn ser gora Eryîgît û ew li ser gora wî bibîr anîn. Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî tev li bernaeya bîranînê bû. Xebatkarên çapemeniyê û malbatê li ser gora Eryîgit dua xwendin û diyar kirin ku dê têkoşîna wî bidomînin. Li ser gorê Serokêk AYKAY-DER'ê Mehmet Mirza Koklî anî ziman ku ew ê têkoşîn û doza Volkan Eryîgît bidomînin.    Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz  jî anî ziman ku ew ê li mîrateya Volkan û doza wî xwedî derkevin. Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Murad Karakaş jî bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê û da zanîn ku ew ê mîrateya wan û doza wan biparêzin û rêça wan bidomînin.