Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê 2021-03-19 15:27:04   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajaran xistina parlamenteriya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û vekirina doz girtina HDP’ê hat şermezarkirin. Li dijî darbeya sivîl banga piştevaniyê hat kirin.    Derbarê xistina parlamenteriya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û doz girtinê ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind li dijî HDP’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) vekir de li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û li dijî van hewldanên li ser HDP’ê banga piştevaniyê hat kirin.    ÎDIR   Rêxistina HDP’ê ya Îdirê, li ber avahiya xwe ya bajar daxuyanî da. Polisan mudaxaleyî daxuyaniya ku Parlamenterê HDP’ê Habîb Eksîk da kir. Dema mudaxaleyê de di navbera polis û partiyan de gengeşî derket. Piştî vê genegeşiyê Eksîk ji aliyê polisan ve bi mertalan hat dorpêçkirin. Welatiyên li derdorê bertek nîşanî vê nêzikbûna polisan dan û bi fîqê û çepikan polisan şermezar kirin. Ji ber vê polisan mudaxaleyî kesên li derdorê jî kir. Piştî ku Eksîk derbasî avahiya partiya xwe bû kesên li derdorê ji hev belav bûn.    RIHA    Li Rihayê jî nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û pîşeyî yên bajar li avahiya HDP’ê ya Rihayê hatin gel hev û bertek nîşanî xistina parlamenteriya Gergerlîoglû û doza girtina HDP’ê dan. Di civînê de li ser navê partî û rêxistinan Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Alî Aslan daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku desthilatê ji rabordiya xwe ders negirtiye û li dijî partiya 3’yemîn a Tirkiyeyê fermana vekirina doza girtinê daye. Aslan, da zanîn ku biryara hatiye dayin li dijî vîna gel e û ev tişt got: “Em bang dikin ku vîna gel neye xespkirin û bi amûrkirina darazê mudaxaleyî siyaseta demokratîk neyê kirin. Em aşkera dikin ku piştevaniya HDP’ê dikin.”   RÊXISTINÊN BEŞDAR   Rêxistinên ku piştgirî dan daxuyaniyê: Şaxên OHD, ÎHD, SES, Egîtim Sen, BES, Haber Sen, Tarim Orman Îş, TMMOB’yên Rihayê û Komeleya Piştevaniya Mala Jiyanê ya Jinan a Rihayê, Partiya Kedê û Piştevaniya KHK’ê ya Rihayê.      ANTALYA   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê jî li Qada Attalosê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê bal kişand ser zextên ku li dijî HDP’ê tên domandin û xistina parlamenteriya Gergerlîoglû doza girtina HDP’ê şermezar kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Başar Kemal Bulbul jî tevlî daxuyaniya ku pankarta “Vîna gel nayê xespkirin” têde hatibû vekirin bû. Di daxuyaniyê de timtik dûrişmeyên mîna “Zext û binçavkirin bêdeng nakin” û “HDP hêvî ye hêvî li ser piya ye” hatin berzkirin.    Di daxuyaniyê de li ser navê beşdaran Semra Yeşîlyûrt axivî û diyar kir ku wê li dijî darbeya sivîl vîna gel û demokrasiye biparêzin û têkoşîn û piştevaniyê li dijî pêkanînên darbeya siyasî bilind bikin û bersiv bidin.    ‘EM GEL IN’   Piştî Yeşîlyûrt Bulbul jî axivî û diyar kir ku hewl tê dayîn pêşî li HDP’ê bê girtin û ev tişt anîn ziman: “Hewldana girtina HDP’ê girtina Tirkiyeyê ye. Ji sibê ve em ê bi rengên xwe yên kesk, sor û zer li qadan bin. Gelê kurd rastiyeke Tirkiyeyê ye. Li şûna ku ji pirsgirêkan çareserî bibînin HDP’ê digirin.  Kesên ku ji HDP’ê re dibêjin terorîst ew bi xwe terorîst in. Em gel in.”   Di dawiya daxuyaniyê de binçavkirina Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî hat şermezarkirin û hat xwestin ku bê berdan.