Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin 2021-03-19 15:46:04   ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê di Rapora Binpêkirinên Mafan a Sala 2020’an de diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û kûr bûye û bang li rayedaran kir ku daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne demildest werin qebûlkirin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Rapora Binpêkirina Mafan a Sala 2020’an derbarê girtîgehên Herêma Egeyê de li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Serokê Şaxa ÎHD’ê Zafer Încîn raporê xwend û got wan di encama serdana girtiyan û girtîgehan de vê raporê amade kiriye.    Încîn destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di sala 2020’an  de kûr bûne û berbelav bûne û hêj didome. Încîn di raporê de bi bîr xist ku li 355 girtîgehan 282 hezar û 703 girtî hene û yasayên nû tên derxistin li girtîgeha rê li ber cihêkariya di navbera girtiyan de vedike. Încîn diyar kir ku guhertina yasayan binpêkirina mafê girtiyan zêdetir kiriye û divê yasayên mafê jiyanê biparêzin û rê li cihêkariyê bigire werin derxistin.    ‘PÊWÎSTE TAVILÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’    Încîn destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha got: “Tevdîrên ji bo girtiyan nehatine girtin. Mafê jiyanê pîroz e. Berê jî ji bo girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê greva birçîbûnê hatine lidarxistin. Ji ber bandora van grevan ji bo demek kin be jî tecrîd hatibû rakirin. Lêbelê ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve qedexekirina van hevdîtinan dîsa ketine dewrê. Ev tecrîd li dijî Rêgezên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî, pêşniyazên CPT û Qanûna Înfazê ya jimara 5275’an e. Divê Wezareta Dadê demildest vê sepana ku ne yasayî ye bi dawî bike. Pêwîste malbat û parêzer dikaribin hevdîtinê bikin. Lazim e tavilê dawî li tecrîd, îşkence, muameleya xerab û binpêkirinên mafan were.”    Încîn di dewama raporê de daxwaz û pêşniyazan ji bo parastina mafê jiyana girtiyan rêz kir û banga bidawîkirina binpêkirinên mafan kir.