Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin 2021-03-19 15:57:02   AMED - Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku çalakiya wan di roja 113'an de berdewam dike. Kaya destnîşan kir ku dê çalakiya xwe bi ruh û coşa Newrozê berdewam bikin.    Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdara 2020'an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 113'an de berdewam dike. Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya beriya Newrozê daxuyanî da. Denîz Kaya di daxuyaniyêde anî ziman ku dê bi rûh û coşa Newrozê çalakiya xwe berdewam bikin.    Kaya, anî ziman ku Newroz strana berxwedanê ya gelan e ku li dijî polîtîkayên zilmê yên desthilatdaran rabûne ser piyan û got: "Newroz ji aliyekî ve mizgîniya biharê ye, li aliyê din jî navê wê rojê ye ku tirsa dilê qral û desthilatdarên li derveyî jiyana civakî ne. Bi wate û girîngiya rojeke bi vî rengî, em girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê, salvegera 2633'an a cejna vejînê Newrozê, di serî de li Rêberê xwe ku bi rengekî bêhempa li Îmraliyê li ber xwe dide, li şehîdên me yên leheng, li gelan, li hemû canên ku li çiyê, deştê, bajaran li dijî zilma faşîzmê li ber xwe didin, pîroz dikin."      'NEWROZ NÎŞANEYA HERÎ BEDEW A BERXWEDANÊ YE'    Kaya, da zanîn ku di herikîna dîrokê de her tim berxwedêr çêbûne ku li ber zaliman rabûne û wiha lê zêde kir: "Newroz ku nîşaneya civakî ya herî bedew a berxwedanê ye, bi horsê Kawayê Hesinkar ê li mejiyê Dehaq ê zalim hate xistin, ew coş û moral daye gelan ku karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe, têkoşîna bi hev re û yekîtiyê serketineke bêhempa bi xwe re tîne. Bi hezaran ji mirovên me ku destnîşan dikin, ku di bin siya Dehaqên vê demê de nikarin bijîn, li qadan, li meydanan bi tilîliyên berxwedanê govendê digerînin û di her şert û mercî de xwedî li kevneşopiya berxwedanê derdikevin. Di demeke wiha de ku em di salvegera 43'an a partiya xwe PKK'ê de ne, tê zanîn ku bi pejirandin û têgihiştina wate û girîngiya Newrozê em gihîştine vê astê. Avabûn û pêşveçûna PKK'ê ji Newrozê referansa xwe wergirtiye. Lewma Rêberê me dibeje 'PKK partiyeke Newrozê ye. Me belasebep bi PKK'ê dest bi vê rojê nekir'. PKK'ê bi bûyereke Newrozbûnê li jiyanê rawetiya. Di serî de ji Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan heta Sema, Ronahî, Berîvan, Rahşan, ji wir jî heta Zulkuf û Aytenan, bi dilsoziya bi şehîdên xwe yên Newrozê re em pîvana têkoşînê mezin dikin."    'EM Ê BI COŞA NEWROZÊ ÇALAKIYÊ BERDEWAM BIKIN'    Kaya, herî dawî da zanîn li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê dibêjin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya ji 27'ê Mijdarê û vir ve dewam dikin, bi coşa Newrozê didomînin û wila bi dawî kir: "Em ê ji coşa xwe ya berxwedana li dijî faşîzmê ti carî tawîzê nedin. Serketina ku li dijî faşîzma qirker-dagirker li Garê hate bidestxistin, asta govenda berxwedanê ya jinan a li qadên 8'ê Adarê Newrozê pêşwazî dike. Em jî li zindanan coş û moralê gelê xwe bilind dikin û dibêjin ku berê me teqez li serketina pêngava me ya azadiyê ye. Çalakiya me ya berxwedanê ku bi rêxistinî û bernameyî dewam dike, li dijî her cûre polîtîkayên tasfiyekariyê sekneke xurtir nîşan dide û bi pêngava azadiyê, bi navê şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe em bang li rewşenbîr, demokrat û gelên welatparêz dikin ku bi cejna Newrozê li ber faşîzmê rabin, li ber xwe bidin."