Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê 2021-03-19 17:10:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Li aliyekê, xebatên komîteyên amadekar ên ji bo pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin û li aliyê din jî HDP'î bajar bi bajar digerin û ji bo tevlîbûna Newrozê bang li gel dikin.    Ji bo xebatên pîrozbahiyên Newroza bi şîara "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" a îsal ber bi dawî ve diçe. Li aliyekê xebatên komîteyên amadekar ên bajaran dewam dikin û li aliyê din jî, HDP'î bajar bi bajar digerin û ji bo tevlîbûna Newrozê bang li gel dikin. HDP'iyên gel vexwendin qadên Newrozê, gotin ku ew ê li dijî kedxwar û emparyalîzman têkoşîna xwe bilind bikin.     ÇEWLÎG   Komîteya Amadekar a Newroza Çewlîgê, diyar kir ku hemû amadekariyên wan ên Newrozê ya di 20’ê Adarê de, roja Şemiyê bê pîrozkirin, bi dawî bûn. Komîteyê, banga tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê kir û xwest her kes li dora HDP’ê bibin xelek.   Parlamenterê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr û endamê MYK’a HDP’ê Velî Saçilik jî di nav de rêveber û endamên partiyê wê îro li gelek cihan belavok belav kirin û gel dawetî Newrozê kirin. Cejna Newrozê wê li Cadeya Hastane ya Taxa Sarayê bê pîrozkirin. Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Erdal Aydemîr wê beşdarî Newrozê bibin. Hunermend Pinar Aydinlar û Azad Bedran wê derkevin ser dikê.   AGIRΠ   Amadekariyên Cejna Newrozê ya di 21’ê Adarê de, li navenda Agiriyê bê pîrozkirin, dewam dikin. Ji bo pîrozbahiya ku siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik beşdar bibe, îro jî li gelek cihan welatî ji bo Newrozê hatin vexwendin. Endamên partiyê yên Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di nav de, Borsaya Heywanan û Bazara Semta Sergirtî ziyaret kirin. Di hevdîtina dîmenên bi rengîn derketin holê de, HDP’î û welatiyan demek dirêj guvend gerandin.    BAZÎD    Li Bazîdê jî, amadekariyên Newroza di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin dewam dikin. Li navenda bajêr, wesayîta anonsê geriya û banga tevlîbûna Newrozê li welatiyan kir. Di heman demê de parlamentere HDP’ê Abdullah Koç û endamên partiyê li nava bajêr geriyan û belavokên Newrozê belav kirin.    GIRESÛN     Nûnertiya HDP’ê ya Bajarê Giresûnê jî, li Nûnertiya Espiye ya Sendîkayên Hemû Kedkaran civîna çapemeniyê li dar xistin. Bi salonê ve pankartên “Newroz pîroz be” û “Newroz pira aştî, azadî û pêşerojêyê” hatin kirin. Endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP’ê beşdarî civînê bûn. Nûnerê HDP’ê yê Giresûnê Hûlûsî Bîlgîn, di civînê de axivî û got: “Newroz rêya aştî û azadiya gelane. Newroz li dijî kedxwar û emparyalîzman navê têkoşînê ye. Di van rojên pîroz de, ji bo girtina partiya me îdianeme amadekirine. Ji sala 2015’an ve, ev pêvajoya darbeyê ya li dijî partiya me dewam dike. Dixwazin bi girtina HDP’ê li welat misqaleke demokrasiyê jî nehêlin. Emê tu carî van polîtîkayên darbekar û tuneker qebûl nekin.”   ŞIRNEX   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêma Botanê xebatên xwe yên Newrozê didomîne. Di çarçoveya van xebatan de Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endam û rêveberên partiyê yên Şirnexê li navçeyên Hezex û Silopiyê serdana esnafan kirin. Îmîr û koma pê re destpêkê serdana navçeya Hezexê kirin û pişt re jî derbasî navçeya Silopiyayê bûn. Li her dû navçeyan jî Îmîr bi kincên herêmî esnaf ziyaret kirin û Newroza wan pîroz kir û ew vexwendin pîrozbahiyên Newrozê.   MÊRDÎN   Piştî ku destûra pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser û Nisêbînê hat dayîn, rêxistina HDP’ê ji bo gel dawetî Newrozê bike, belavok belav kir û bi wesayita anonsê gel vexwend pîrozbahiyên Newrozê.   Bi dirûşma “Em bi Agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” wê di 21’ê Adarê de li Navçeyên Nisêbên û Qoserê yên Mêrdînê, Newrozê bê pîrozkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo gel dawetî pîrozbahiyê bikin li navçeyan belavok belav kirin. Îro jî li Nisêbîn û navçeyên din ên bajêr HDP’ê serdana esnafan û atolyeyan kirin. Rêxistina HDP’ê ya navçe û bajêr, parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Ebru Gunay beşdarî xebatan bûn.   EDENE    Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, ji bo tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya li Bazara Semtê bê pîrozkirin, belavok belav kirin. Endamên partiyê dirûşmeya "Newroz Pîroz be" berz kirin û gel vexwendin qada Newrozê. Newroz, di 21'ê Adarê de, roja Yekşemê wê li Şanayona Servekirî a Mîmar Sînanê bê pîrozkirin.   ÎDIR   Li Îdirê jî, ji bo Newroza sibe li qada Aniti ya Kiliçlar bê lidarxistin, belavok hatin belavkirin. Parlamenterê HDP'ê Habîp Eksîk jî di nav de gelek endam û rêveberên partiyê, li cadeyên Cumhuriyetê, Riza Yalçin, Dortyol û Îrfan, Bazara Rûs û gundan belavok belav kirin û gel vexwendin Newrozê. Eksîk ê HDP'î di gera xwe de bal kişand ser êrişên li dijî HDP'ê û da zanîn divê ew li dijî hemû zextan dakevin qadên Newrozê.