ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-20 09:00:22 * Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ayşe Acînîklî ji bo îdiayên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de zelal bibin bang li rayedaran kir û got: "Tavilê divê pêşî li ber hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin."  * Xwişka Mazlum Dogan Serap Dogan Mutlu, her sal agirê Newrozê ku Mazlum Dogan li Zindana Amedê bi 3 darikê çixatê pêxistibû, li ber deriyê mala xwe geş dike û kevneşopiya Newrozê berdewam dike. Dogan, bang li her kesî kir û xwest tev li pîrozbahiya Newrozê bibin û got: "Her sal ji bo bîranîna birayê min em li ber deriyê malê Agir geş dikin. Ji bo em li nirxên xwe xwedî derkevin em bi hevre li qadan Newrozê piroz bikin."     * Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan, bal kişand ser rawestandina xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê û destnîşan kir ku tenê briya ku rayedarên hikûmetê serdana bajêr bikin xebat tên kirin. Rêya hawirdorê 11 sal in nehatiye qedandin.    * Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, derbarê nîqaşên AKP'ê yên qanûna bingehîn a nû de got: "Bi rastî jî heger dilê we û qanûneke bingehîn a sivîl hebe, nexwe divê hûn serî li dîtinên partiyên siyasî û alîgirên wan bidin."    * Mamoste Ebrû Dînçel ku bi "Sûltan Nevrûz"ê mezin bûye, anî ziman ku cara ewil di sala 2010'an de tevli pîrozbahiya Newroza kurdan bûye û ew coş hîn jî li ser wê ye. Turkmenên elewi "Sultan Nevrûz"ê di 22'yê Adarê de pîroz dikin.    * Hevserokê HDP'a Rihayê Ziya Çalişkan ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kir û got: "Kesên keda wan tê xwarin, kesên mafên wan ên perwerdehiyê tên binpêkirin, kesên nikarin berên xwe biçinînin û esnafên tiştek bi dest wan nakeve divê li dijî pêkanînên antî demokratîk dakevin qada Newrozê."    * Huseyîn Şahîn ku kurê wî di greva brçîbûnê de ye got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî, bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê şert e."   * Kolektîfa Rîtma Azad, strana "Ew roj wê bê" ku di Newrozê de gotibû, dê di Newroza îsal de cardin bibêje. Endamê Kolektîfê Veysel Kiliç, bang li gelê Êlihê kir ku stranê li qada Newrozê bi hev re bibêjin.    * Çalakliya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 11'emîn de, li ber Edliyeya Rihayê wê dewam bike.    * Mêrdîn û Êlihê bi tevlîbûna parlamenterên HDP'ê wê xebatên ji bo Newrozê bên birêve birin. (10.00-16.00)   * Li Qada Mîtîngê ya Yenîkapi ya Stenbolê, Mêrsîn, Antalya, Semsûr, Îdir, Çewlîg, Gebze û Erxeniyê dê Newroz bê pîrozkirin. (11.00-16-00)    * Partiya Mirov û Azadiyê, ji bo piştevaniyê wê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê ziyaret bike. (11.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin, faîlên wan bên darizandin û winda bên dîtin dê çalakiya xwe di hefteya 834'emîn de berdewam bikin. (12.00)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 632'yemîn de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)    * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 341'emîn de, li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê di hefteya 469'emîn de, çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)