Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe 2021-03-20 09:03:49 STENBOL - Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ayşe Acînîklî ji bo îdiayên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de zelal bibin bang li rayedaran kir û got: "Tavilê divê pêşî li ber hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin."  Ev demeke derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hin îdia tên bilêvkirin. Ev îdia li ser medyay sosyal tên parvekirin. Ji ber vê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku muwekîltiya Ocalan dike, diyar kiribû ku îdiayên tên gotin cidî ne û ji bo vê xwestibûn demildest biçin Îmraliyê. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê jî du roj berê derbarê van îdiayan de bi awayekî nivîskî daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku rewşa tenduristiya Ocalan baş e. Lê belê Wezareta Dadê heya niha di vî warî de tu daxuyanî nedane.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ayşe Aîcînîklî, destnîşan kir ku îdiayên navbirî, îdiayine pir girîng in û tavilê divê parêzer û malbat biçin hevdîtinê bikin.    Acînîklî, bibîr xist ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe li girtîgehan gelek caran çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin û got: "Niha jî li girtîgehan greva birçîbûnê heye û daxwazên girtiyan, daxwazine pir rewa ne. Tişta tê xwestin, Tirkiye hiqûqa xwe pêk bîne."    ÎDIAYÊN CIDÎ   Acînîklî, bilêv kir ku heger pêşî li ber hevdîtina bi Ocalan re neyê vekirin dibe ku pirsgirêkên mezin rû bidin û got: "Ocalan, li bara raya giştî û li bara girtîgehan kesekî girîng e. Ji ber vê îdiayên derbarê wî de jî îdiayine girîng in. Îja berî ku pirsgirêk rû bidin divê pêşî li ber hevdîtina bê vekirin. DMME'yê di vî warî de biryara binpêkirinê daye, lê dîsa jî Tirkiye di vê rewşa heyî de israr dike. Bi rastî jî tiştekî dûrî aqilan e. Tişta tê xwestin; Tirkiye hiqûqa xw epêk bîne. Wekî din pêdivî bi tiştekî taybet tune ye. Bes bila prosedura heyî pêk bê."    ÇALAKÎ LI SILÎVRIYÊ    Acînîklî, anî ziman ku îqtidara AKP'ê bûye eynî wekî qamyoneke frênê wê fisiyayî û berjêr digindire û got: "Êdî di bêhiqûqîtiyê de sînor mînoran nas nake. Tişta em jê re dibêjin ji vê xerabtir tiştek tune ye te dît tiştekî hîn xerabtir kir. Ev yek jî nîşan dide ku êdî aqil û vac (mantiq) ji dewrê derketiye. Em OHD, pir bibiryar in. Divê ev xal bê diyarkirin. Piştî ku ev îdia hatin bihîstin, girtî hewl dane çalakiyê li dar bixin. Lê belê gardiyan avêtine ser qawîşan û li girtiyan xistine. Jixwe ev demeke li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Divê greva birçîbûnê ya berê û kesên jiyana xwe ji dest dabûn bên bîra mirov. Bi rastî jî em diqilqilin ku dê çi bibe û dê çi biqewime."    PRATÎKÊN BERÊ Û FIKAR   Acînîklî, anî ziman ku daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê têr nake û got: "Asas diviyabû her roj, her hefte hevdîtin bi Birêz Ocalan re bihata kirin. Lê belê di rewşeke wiha de destûr nayê dayîn. Ev jî nîşan dide ku vac û mantiq ji dewrê derketiye. Heger destûra hevdîtinê bê dayîn û parêzer hevdîtinê bikin dê mijar çareser bibe. Heger bihêlin parêzer karibin biçin giravê û di vî warî de raya giştî bê serwextkirin dê her tişt zelal bibe. Divê mirinên berê yên di vî warî de bn bîra mirov. Li holê fikareke mezin heye."    Acînîklî di dawiya axaftina xwe de got: "Fikarên me hene. Tavilê divê ev mijar zelal bibe û destûra parêzeran û malbatê bê dayîn."    MA / Ferhat Çelîk