11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin 2021-03-20 09:03:50 WAN - Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan, bal kişand ser rawestandina xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê û destnîşan kir ku tenê briya ku rayedarên hikûmetê serdana bajêr bikin xebat tên kirin. Rêya hawirdorê 11 sal in nehatiye qedandin.    Li Wanê projeya rêya hawirdorê di sala 2009'an de hatibû çêkirin, lê belê 11 sal derbas bûne hîn jî rêya 41 kîlometreyî nehatiye qedandin. Xebatên ji bo rê car carinan tên kirin û bi dû re tên sekinandin. Herî dawî Erdogan di 31'ê Cotmeha 2020'î de hatibû bajêr û beriya bê bajêr bi çend rojan xebatên çêkirina rê cardin hatibûn destpêkirin. Lê piştî Erdogan cardin hatin sekinandin.    Serokê Partiya Saadetê yê Bajêr Ozay Îlhan têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    BERIYA SERDANAN DEST PÊ DIKIN    Îlhan, diyar kir ku gava rayedarekî hikûmetê serdana bajêr bike, beriya serdanê bi çend rojan xebatên dest pê dikin. Ozay, bilêv kir ku ev mijar 11 sal in rojeva şêniyên bajêr meşgûl dike. Ozay, bibîr xist ku rêya ku dê bê çêkirin, guzergeha wê ne bi kend û kosp e û got: "Li Tirkiyeyê ev tenê li Wanê wisa ye. Ev yek dibe sedema gelek pirsgirêkan. Radibin kesê B dikin şirîkê eraziyê kesê bi navê A, kesê C dikin şirîkê eraziyê C. Ev yek bi vî awayî dê bibe sedema husûmetê."    Ozay got: "Kengî Serokomar an jî wezîrek bê bajêr, dibêjin 'etabên Rêya Armûşê û Artemêtanê dest pê dikin.'"    Îlhan, destnîşan kir ku a tê kirin "xapandin" e, ji lew re heger dilê wan ê çêkirinê hebûna dê ji zû de qedandibûna û got: "Li qadan dibêjin 'gava em nehatibûn li vî welatî rê tune bûn, li vî welatî avahî tune bûn.' Mixabin hin kes jî bawer dikin. Aşkere ye ku rêya hawirdorê ji ber vê ferasetê nayê çêkirin."    Ozay, anî ziman ku ji bo ku vê mijarê bikin rojev her sal li ser vê rêyê ji bo fitariyê xwarinê didin.    Ozay, bilêv kir ku walîtiyê 4 sal berê soz daye, lê belê soza xwe bi cî neaniye û got: "4 sal berê me bernameyeke fitariyê çêkir. Walî, bi partiyên siyasî yn bajêr re civînek çêkir. Ji bo rêya hawirdorê got, 'em ê çêbikin û biqedînin.' Ji ber vê me bernameya taştê ya sala 2019'an çênekir. Dilê me heye em sala 2021'ê jî li vir xwarina fitariyê bidin."    Herî dawî Ozay destnîşan kir ku dê bi saya vê rêyê bêhna bajêr derkeve û got: "Ji bo îstihdam, bajarîbûn û gihaniyê pir girîng e."    MA / Bariş Donmez