Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe... 2021-03-20 09:03:51 MÊRSÎN – Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, derbarê nîqaşên AKP'ê yên qanûna bingehîn a nû de got: "Bi rastî jî heger dilê we û qanûneke bingehîn a sivîl hebe, nexwe divê hûn serî li dîtinên partiyên siyasî û alîgirên wan bidin."  Li Tirkiyeyê her diçe maf û azadî bi hincetên kêfî tên binpêkirin, girtin û binçavkirin zêde dibin û zext û zoriyên li ser muxalefeta civakî zêde dibin. Herî dawî parlementeriya Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû hat betalkirin û ji bo HDP bê girtin îdianame hat amadekirin. Li hêla din jî îqtidara AKP'ê ku tiliya waê di van binpêkirinan de heye, behsa qanûneke bingehîn a nû dike.   Serokê Baroya Mêrsînê li gel van pêkkanînan, bal kişand ser nîqaşên derbarê qanûna bingehîn a nû de ku AKP'ê xistiye rojevê.    ‘Ê YEKALÎ BE'    Yeşîlbogaz, bilêv kir ku hîn jî awayê qanûna bingehîn a tê nîqaşkirina nediyar e. Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku lê belê heger partiyên siyasî bi temsîliyeteke wekhev daxilî nav vê nebin, dê xebata qanûna bingehîn bibe, xebateke yekalî.    Yeşîlbogaz, anî ziman ku qanûna bingehîn divê li gor pêdiviyên civakê be û got: "Qanûna bingehîn a nû dê her kesî bihewîne? Wê Serokomar Erdogan û saziyên cemaweriyê guh bidinê? Çê xirab qanûneke me ya bingehn heye, lê qanûnên wê nayên şixulandin."    Yeşîlbogaz, diyar kir ku niha dadgehên xwecihî guh nadin biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn û got: "Dibêjin dê qanûneke bingehîna  sivîl bê çêkiri. Lê niha mirov li xweziya xwe bi Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlonê tînin. Çendî ku eskeran çêkiribe jî belkî qanûna bingehîn a herî sivîl, niha Qanûna Bingehîn a 1961'ê ye. Îro gava tu li kirinan mêze dikî tu dibînî ku ruhê Qanûna Bingehîn a 1982'yan nemaye. Hemû aliyên wê yên kêrhatî hatin guherandin. Li holê qanûneke eskerî nemaye."    ‘ERK HEMÛ DI DEST WE DE NE, MA HÛN Ê ÇÎ WÊ BIGUHERÎNIN?'    Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku Serokomar bixwe jî guh li qanûna bingehîn a niha nake. yeşîlbogaz got: "Kesên dixwazin qanûna bingehîn bê guherandin, doza çi dikin? Bi rastî jî em nizanin. Heger tişta dixwazin bi zelalî bibêjin, wê çaxê em ê kêfxweş bibin. Bi rastî jî heger dilê we û qanûneke bingehîn a sivîl hebe, nexwe divê hûn serî li dîtinên partiyên siyasî û alîgirên wan bidin. Hûn ê biçin bi yekeyên hiqûqê yên sivîl re rûnên û tevî burokratan xebateke qanûna bigehîn a sivîl çêbikin. Hûn ê vê bikin. Wekî din tu şansekî wan ê din tune ye. Ji bo her kes li bara qanûnan wekî hev be, divê bibêjin 'em ê li gor wê tevbigerin.' Daraz, birêvebirin û qanûnçêker hûn in. Hûn ji bo çi doza qanûneke din dikin? Jixwe erk hemû di dest we de ne. Tayînin tên kirin ne tabiê darazê ne. Wezîr bêpergal in, tenê girêdayî Erdogan in. Ma berpirsiyariyeke Erdogan heye? Na. Ne tabiê darazê ne. Hûn ê li gor qanûna nû tevbigerin? Na. Nexwe hûn ê çi biguherînin? Berê Meclîs dihat kontrolkirin, lê niha ew jî hatiye pûçkirin."    ‘MESELE FERSET E'    Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku lewma guherandina qanûna bingehîn û nîqaşên derbarê qanûna bingehîn rastiyê nadin der. Yeşîlbogaz, bilêv kir ku behsa pêdiviyên civakê nayên kirin, tenê behsa çareserkirina pirsgirêkên rojane tên kirin. Yeşîlbogaz got: "Pirsgirêkên me hîn kûrtir in û civakî ne. Divê em ji derheqê vana derkevin. Pirsgirêk ne em in, pirsgirêk feraset e. Qanûna herî baş çêbikin, lê pêk neyê dîsa ê bikêr neyê."    Yeşîlbogaz, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heger qanûneke bingehîn bê çêkirin divê di çarçoveya mirovbûn û ewlehiya hiqûqê de be û bêyî cihêkarî divê partiyên siyasî yên di Meclîsê de hemû daxilî nav bibin.    MA / Mehmet Şah Orûç - Omer Akin