Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin 2021-03-20 09:26:56 ŞIRNEX - Li Botanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn. Dirûnkar û firoşkarên cil û bergên herêmî, anîn ziman ku herî zêde di meha Newrozê de karê wan zêde dibe û gotin: "Weke her sal îsal jî dê li Botanê qadên Newrozê bi kincên herêmî bixemilin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îsal bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” li 30 bajaran, bi giştî li 61 navendan wê Newrozê pîroz bike. Ji bo Newroza ku gelê Kurd weke cejnekî pêşwazî dike, cil û bergên herêmî berî 10 rojan tên amadekirin. Gelê Kurd bi kincên xwe yên herî xweşik Newrozê pîroz dikin. Bi vê yekê re qadên Newrozê bi kiras û fîstan, şal û şapikan tê xemilandin. Rojek berî Newrozê, li navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê li dirûnkaran kar zêde bû û kargehên kiras û fîstanan, şal û şapikan tije bûn.    DAXWAZA KIRAS Û FÎSTANAN ZÊDEYE   Yek ji firoşkarên kiras û fîstanan ên li Sûka Kevin a navçeya Cizîrê ya Şirnexê Yilmaz Kayaalp, anî ziman ku ew tu carî qasî meha Adarê kiras û fîstan nayin firotin û wiha axivî: "Ji ber pêvajoya pandemiyê me qet kar nekir. Karê me gelek qels rêve diçû. Lê bi hatina Newrozê re, me gelek kar kir. Her ku Newroz nêz dibe karê zêde dibe. Jin bi kiras û fîstanên herî xweşik dixwazin qada Newrozê bixemilînin. Beriya Newrozê jinan ji bo 8'ê Adarê gelek eleqe nîşan dan. Ev jî bandoreke erênî li karê me kir."   'KARÊ ME GELEK E'   Jina bi navê Xemê Alkiş a dirûnkariyê dike jî, diyar kir ku her sal herî zêde di Newrozê de, karê wan zêde dibe û wiha got: "Ewil ez Newroza hemû gelên bindest pîroz dikim. Em hem kincên jinan û hem jî yên mêran didirûn. Daxwaza cil û bergên Kurdî gelek zêde ye. Ji ber vê jî barê me giran dibe. Em kêfxweş dibin ku em dibin berhema Newrozê. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe bingah aştî û azadiyê."    DIRÛNKARÊN ŞAL Û ŞAPIK TIJE BÛN   Îbrahîm Tanrikulu yê dirûnkariyê dike jî, dest nîşan kir ku her sala bi hatina Newrozê re gel diherike dirûnxaneyan û wiha bilêv kir: "Gelê herêmê caw û qumaşên xwe yên herî xweşik tînin û em ji wan re didûrin. Her kes dixwaze di Newrozê de kincên wî/wê xweşik bin."    'BILA ZILM BI AGIRÊ NEWROZÊ VEMIRE'   Ji welatiyan Nezîr Kaplan ê li dirûnkariyê şal û şapik ji bo xwe çêkirin jî, girîngî û wateya Newrozê bibîr xist û wiha got: "Me roja Newrozê gelek bikelecan dibin. Emê sibe şal û şapikên xwe dakevin qada Newrozê, bi coş û hêvî emê Newroza xwe pîroz bikin. Em dixwazin ku ev Newroz bibe, roja serkeftinê û ev zilma li ser me bi agirê Newrozê bê vemirandin. Min xwest bi şal û şapikên xwe roja Newrozê pêşengtiyê bikim."   MA /Zeynep Dûrgût