Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike 2021-03-20 09:42:42 DERSÎM - Xwişka Mazlum Dogan Serap Dogan Mutlu, her sal agirê Newrozê ku Mazlum Dogan li Zindana Amedê bi 3 darikê çixatê pêxistibû, li ber deriyê mala xwe geş dike û kevneşopiya Newrozê berdewam dike. Dogan, bang li her kesî kir û xwest tev li pîrozbahiya Newrozê bibin û got: "Her sal ji bo bîranîna birayê min em li ber deriyê malê Agir geş dikin. Ji bo em li nirxên xwe xwedî derkevin em bi hevre li qadan Newrozê piroz bikin."     Kurd ji serhildana Kawayê Hesinkar heta niha her sal di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz dikin.  Beriya Zayînê (B.Z.) ji 21'ê Adara sala 612'an heta niha 2633 salin Kurd her sal di 21'ê Adarê de Newrozê geş dikin. Ewil Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq serî hilda û bi agir ev yek pîroz kir. Piştre li dijî zilm û zordariya Zindana Amedê yek ji pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan li Zindana Amedê di 21'ê Adarê de bi 3 darikên çixatê agir berda bedena xwe û bi bedena xwe Newroz pîroz kir. Ji ber vê yekê Mazlum Dogan wekî "Kawayê Hemdem" tê zanîn û nasîn. Mazlum Dogan, li dijî zilm, îykence û înkarê agir berda bedena xwe û serî hilda.    Xwişka Mazlum Dogan Serap Dogan Mutlu, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re qala berxwedana Mazlum Dogan û agirê ku Mazlum pêxistiye kir. Mazlum Dogan li Mezraya Seyidan a Gundê Gomar ê navçeya Mazgîrta Dersimê ji dayik bû. Malbata Mazlum Dogan piştî çalakiya Mazlum gelek cil berg û amûrê wî ji bo parastinê şandin Ewropayê. Odeya ku Dogan lê ji dayik bû niha girtî ye. Lê mase û wêneyê Dogan hêj li odeyê ne. Serap Dogan Mutlu ji bo li bîranîna birayê xwe xwedî derkeve hat li mala ku Mazlum Dogan lê ji dayik bûye bi cih bû. Serap Dogan Muzlu, anî ziman ku ew bi germahiya agirê ku Mazlum pê xistiye li vê malê rûdinê û li vir dijî.    Serap Dogan Mutlu, bal kişand wêneyê ku Mazlum û Delîl ê strana “Canê Canê” nivîsandiye û bi hevre dema lîse dixwendin kişandine û got: “Tu car ji hev neqetiyan. Gorên wan jî li tenişta hev in. Ez her roj diçim gora Mazlum û Delîm ziyaret dikim. Ez her tim bîranînê wan zindî dikim. Mazlum kesekî wêrek û jîr bû. Mamosteyên wî her tim digotin 'Ev mezin bibe dê bibe mirovekî pir mezin û navdar. Mazlum di sala 1968'an de dema ez li Eskişehirê bûm hat ez ziyaret kirim. Wê demê 18 salî bû. Tu car ji bîra min naçe. Carekê Mazlum hubir rijandibû. Wê demê ez jê aciz bûm û min li wî xistibû. Ez tu carî ji bîr nakim. Her ku ew tê bîra min ez xemgîn dibim. Mirovekî pir zindî çalak, jîr û zane bû. Bi fikr û hişê xwe derdiket pêş. Mamosteyan jî ev yek ferq kiribû. Mirovekî pir wêrek bû. Ji bo ji zilm û zordariyê re bêje bes e ev çalakî pêk anî.    'DÊ DÎROK MA BINIVÎSE'    Serap Dogan, da zanîn ku bavê wê ji bo nexwendinê bertek nîşanî Mazlum dabû û wiha axivî: "Mazlum ji bavê min re got “Bavo dê rojekê dîrok me binivîse." Bi rastî jî dîrokê we nivîsandin û di dîrokê de cihê xwe girtin. Diya min jî dixwest di şîrketekê de bibe midûr an jî rêveber û xizmeta gelê xwe bike. Lê Mazlum ev yek qebûl nekir û gotibû ‘Ez bi vî karî dê emrê xwe bidim û tenê 300 kesan rizgar bikim. Lê bi vî karî nikarim ji bo hemû Kurdan tiştekî bikim. Xelaskirina 300 kesan ne xelasiya Kurdan e."    'ME JI GELÊ ME RE VEBÊJIN'   Mutlu, anî ziman ku dema Mazlum li Zindana Amedê bû dem bi dem diçû ziyareta Mazlum û wiha lê zêde kir: "Têkoşîna xwe li zindanê jî berdewam kir. Her ku diçûm ziyareta Mazlum, digot 'Eger bi rastî hûn dixwazin me ji vê zindanê rizgar bikin û zilmê bi dawî bikin, wê demê me ji gelê me re vebêjin û me zêde bikin. Me û têkoşîna me ji her kesî re bêjin, bila mirov zane bibin. Wê demê min zêde wate nedida gotinên Mazlum. Em jî ne pir zane bûn. Me wate nedida. Heta ku me fam kir û em hişyar bûn dem derbas bû. Digot divê mirov tawîzan nede. Ku tawizan bide nikare xwe ji wan xela bike."    'BERXWEDANA WÎ BÛ MÎNAK'     Mutlu, da zanîn ku têkoşîn û berxwedana Mazlum ne tenê ji bo malbatê, ji bo hemû gelê Kurd bû mînak û wiha berdewam kir: "Berxwedana wî hêz da her kesî. Beriya ku birayê min jiyana xwe ji dest bide hat xewna min. Min plan dikir ku di meha Adarê de dîsa bêm ziyareta Mazlum. Mazlum hat xewna min. Min di xewna xwe de dît Mazlum hatibû gund. Pir kêfa min dihat. Digot 'Ez hatim dîtina we û ezê dîsa biçim' Min jî digot hinek din bimine. Digot 'Bi lez karê min heye divê ez biçim' Dema çû êşek mezin li pey xwe hişt. Piştre bû sibe ez hişyar bûm. Agahiya Mazlum hat."    BANGA NEWROZÊ    Serap Dogan Mutlu, destnîşan kir ku Mazlum Dogan bi çalakiya xwe peyam da gelê Kurd û wiha bi dawî kir: “Xwest di Cejna Newrozê de peyamê bide gelê Kurd û li pêş gelê Kurd bibe ronahî. Ji ber ku wê demê li zindanê îşkence, zilm û tundî pir zêde bû. Mirov dîl dihatin girtin. Tev li îxanetê dibûn. Ger ku îxanet pêş ketibûya dê Kurd 20 salan paşve çûbûna. Mazlum Dogan bi vê çalakiya xwe rê li pêş îxanetê girt û destûr neda ku Kurd biçin îxanetê. Ji ber ku wateya Newrozê Roja Nû ye, çalakiya Mazlum ji bo gelê Kurd dîsa bû destpêka Rojek Nû. Ji ber vê yekê her pîrozbahiya Newrozê ji bo me xwedî wateyek pir mezin e. Em her sal bîranîna birayê xwe li pêş deriyê mala xwe zindî dikin. Agirê ku Mazlum pê xistiye em her sal li pêş deriyê mala xwe pê dixin û Newrozê geş dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Ji bo em li nirxên xwe xwedî derevin divê em bi girseyî tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û dakevin qadên Newrozê."    MA / Ayşe Surme