Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye 2021-03-20 10:39:38 RIHA - Malbata Şenyaşar, çalakiya xwe ya “Edaletê” ya li ber Edliya Rihayê, di roja 12’emîn de dewam dike.    Têkoşîn edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di roja 12’emin dewam dike. Berî hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an, li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn, Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn.    Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo bersûcên malbatê bên girtin û darizandin û kurê wê yê girtî Fadil Şenyar bê berdan, berî 12 rojan li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza “Edaletê” kirin.   Malbat di saetên serê sibê de hat ber edliyê, dest bi çalakiya xwe kir. Dayika Şenyaşar a di çalakiyê de, bi dowîza “li nexweşxaneya dewletê, li ber çavên min hevjîn û zarokên min qetilkirin. Ez ji bo wan edaletê dixwazim” cardin bal kişand ser roja bûyerê.