Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire 2021-03-20 11:25:07 ÊLIH - Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, banga tevlibûna Newroza Êlihê ya ku di 21’ê Adarê de were pîrozkirin kir û wiha got: “Agirê berxwedanê yê sedan salan qet venemir û wê qet venemire. Em ê li mîrateyê Mazlûm û Berîvanan xwedî derkevin.”   Walitiya Êlihê serlêdanên Newroza îsal ya bi dirûşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” were pîrozkirin qebûl kir. Newroz wê di 21 Adarê de saet di 10.00’an de li Qada Newrozê ya li taxa Pazaryeriyê were pîrozkirin.” Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, hunermend Xem, Meral Tekçî, Şerzat û Kolektîfa Rîtmên Azad wê beşdarî Newrozê bibin. Ji aliyekî amadekarî ji aliyêkî jî bangên ji bo tevlibûna Newrozê tên kirin didomin.   ‘SED SAL IN VENEMIRIYE, WÊ VENAMIRE’   Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca diyar kir ku rol û giringiya Newroza îsal gelek mezin e û wiha axivî: “Jin di 8’ê Adarê de li dijî hemû êrişan derketin qadan û berxwedaneke mezin nîşandan. Ev vîna jinan e di 8’ê Adarê de nîşan da wê veguhêze Newrozê. Mîrateyeke ku Mazlûm Dogan, Rewşen, Sema Yuce û Berîvanan ji me re hiştiye heye. Em ê li wî mîrateyî xwedî derkevin. Agirê berxwedanê yê sedan salan qet venemirî û wê venemire.”   ‘EM BERXWEDANÊ VEGUHEZÎNIN NEWROZÊ’   Ûca da zanîn ku wê dîroka berxwedana Şengal, Kobanê, Cizîr û Sûrê veguhêzin Newrozê û wiha got: “Di pêvajoyeke ku îdiayên têkildarî jiyana Ocalan de tên axaftin, doza girtina HDP’ê, xistina parlementer û berxwedana li girtîgehan didomin de wate û misyona ku ji Newrozê re hatiye pîvan cuda ye. Em jî bi vê hişmendiye rihê berxwedanê veguhêzin Newrozê.”   ‘JI QIRKIRINÊN SIYASÎ RE NA’   Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Êlihê Fatma Ablay jî anî ziman ku weke her sal îsal jî Newrozê bi coşeke mezin parve dikin û hişyariya Koda HES’ê kir. Ablay anî ziman ku Cejna Newrozê ji bo wan pir girîng e û wiha got: “Ji bo ku em têkoşîna xwe mezintir bikin û ji binçavkirin, girtina partî, darbeyên qirkirinê re bêjin na em li qada Newrozê tên gel hev.”   ‘EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’   Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a ji peywîrê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî destnîşan kir ku Newroz qada serhildan û qêrîna azadiyê ye û wiha got: “Em bang dikin ku gelê kurd li Newrozê xwedî derkeve û li qada Newrozê dengê xwe bilind bike. Li dijî êrişên ser partiya me, xistina parlementeran û ji bo em peyameke xurt bidin, em bi herikin qada Newrozê. Em bi têkoşîneke hevpar dikarin bibin bersiva faşîzmê. Ji ber vê yekê em hemû gelê xwe vedixwînin qada Newrozê."