Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin 2021-03-20 11:43:03   ÎZMÎR - Li navçeya Bayindira Îzmîrê kesê bi navê Husnu Tumen, Serap Tumen a di pêvajoya berdanê de, xwesiya xwe Serpîl Palali û cîranê wan Hamza Kûzûcûk bi çekê qetil kir.    Li navçeya Bayindir a Îzmîrê zilamê bi navê Husnu Tumen, Serap Tumen a di pêvajoya hevberdanê de, dayika wê Serpîl Palali (47) û cîranê wan ê li ser dengê çekê çû hawara wan Hamza Kûzûcûk (45) bi çekê qetil kir. Bûyera ku duh şev pêk hat ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespît kirin ku Serap Tumen û dayika wê jiyana xwe ji dest dane. Kûzûcûk jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê jiyana xwe ji dest da. Piştî lêkolîna dozger her sê cenaze jî rakirin morga Tiba Edlî ya Îzmîrê.   Polîsan piştî bûyerê kujer Husnu Tumen binçav kirin.