Daxwaza berdana girtiyê nexweş Karaş ê 81 salî hat kirin 2021-03-20 13:46:30   STENBOL - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, di çalakiya “Rûniştina F” de, xwest ku girtiyê nexweş Ahmet Karaş ê 81 salî bê berdan.   Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê  Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a heftiye 469’emîn, ji ber pêvajoya pandemiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftiyê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Karaş ê 81 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne.    TECRÎD KÛRTIR DIBE   Endama komîsyonê Meral Nergîs Şahîn, daxuyaniya vê heftiyê xwend û wiha got: “Pêkanînên bêhiqûq û xespên li dijî maf û azadiyên girtiyan êdî gehiştine asta herî jor. Mafên tenduristî û jiyana girtiyan dibin gefek mezin de ye. Her roja ku diçe tecrîd girantir dibe. Cihêkariya li dijî girtiyên polîtîk dewam dike.”   NIKARE LI SER PIYAN JÎ BIMÎNE   Nergîs, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Karaş ê 10 salin girtiye û wiha got: “Karaş li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne û 81 saliye. Nexweşiyên wî yên KOAH, Şeker û dil hene. Li aliyê din kezeba wî xirab bûye. Dîsa ji mîdeya xwe nexweşe. Di heman demê de nikare li ser piyan jî bimîne. Tenê bi gopal dikare li ser piyan bimîne. Hevalên wî yên di girtîgehê de li wî mêze dikin.”   BANGA BERDANÊ   Meral Nergîs Şahîn, anî ziman ku ew weke parazvanên mafên mirovan, ji bo rewşa Karaş bang li rayedaran dikin û wiha got: “Divê mafên tenduristî û jiyanê yê Karaş bê parastin. Ji bo Karaş û hemû girtiyên nexweş pêwîste ku rewşa bi rîsk a pêvajoya pandemiyê li ber çavan bê girtin. Em daxwaz dikin ku Karaş û hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan û li derve di şert û mercên baş de bên darmankirin.”